Di sala 2002'an de li Swede keçeke bi esle xwe Kurd ji aliye bave xwe ve hat kuştin. Li gel ku ev keç Elewi bu bi Kurdi nizanibu u li gori çanda Tirk u Swediyan li Swede mezin bubu Swediyan ew u malbata we weke Kurd u misulmanen olperest nişan da u ev kuştin weke "kuştina namusi" nirxandin.
Li Tirkiye ji kesen serdest bi heman awayi çanda Kurdan dinirxinin. Balkeş e ku hin Kurd bixwe ji bi zimane serdestan diaxivin bi tegehen wan xwe nas dikin u xwe didin naskirin. Le gelo bi rasti di çanda Kurdan de kuştineke bi vi awayi heye?
Li gori daxuyaniyen biyaniyan yen ku sed sal bera u hin bertir li ser Kurdan nivisine di çanda Kurdan de kuştinen bi vi awayi tune ye. Hetta radigihinin ku di nav jinen gelen hereme de jina heri azad jina Kurd e herweha bi heyrani bahsa destnedayina we dikin.
Ev xebat li Zaningeha ARtukluye di beşa Kurdolojiye de di Çanda Kurdi de weke taza lisansa bilind a yekemin hatiye nivisin.