Deham Evdilfetahî piştî lêkolîn û denaberhevîya gelek berheman ev destana girîng ji erebî wergerandîye ser zaravayê kurmancî.
Bêguman girîngîya destanê ji girîngîya naveroka wê hatîye. Destanê hemû hêlên jîyana mirovan yên sereke destnîşan kirine: Jîyana civakî desthilatî sitemkarî şer û cengawerî evîndarî hevaltî û dostanî xemgînî şînkêşan dînperestî û hwd.
Lê mijara herî girîng û balkêş ya ku di serê her mirovî da digere wekî ku di serê Gilgamêşî da digerîya û ew bi çolan xist mijara mirinê ye.