Ev çîrok; hîkayeya zarok dost û mirovmayînê ye. Di her serdemê de ew diguherin lê ev çîrok ji me re dibêje: "Îro wexta we ji we tê dizîn. Wexta me zaroktîya me ye dostanîya me ye mirovmayîn ango hezkirina me ye. Ew tune be em çi ne yan jî em kî ne?" Mirovê ku wexta xwe dabe dizên wextê êdî nexweş e. Çimkî wexta wî jehrî bûye. Êdî ew wexta xwe najî. Ew tenê ji bo berhevkirinê dijî. Dizên wextê cinawir in. Îro ew li her derê ne. Mirovan jehrî dikin. Mirovê jehrîbûyî ji koka xwe ji civaka xwe diqete; mîna pêlekî hişk li ber bayê dikeve. Mirovê ku ji civak dost hogir û çanda xwe qetîyabe bîra xwe winda dike bêbîr dibe.