Erojen
4 İŞ GÜNÜ
İÇİNDE KARGOYA TESLİM
çîrokbêjên ji dem û dewranên klasîk pêdivî ji eşq û bûyerên mezin hebûn. qewimîn çiqas mezin bûna ewqas bandoreke mezin li pey xwe dihişt. berovajî vê yekê di têgeha çîroka modern de pêdivî ji peyvjeniyê heye; loma jî qewimînên mezin nîn in hevokên alegorîk û cihêreng divên. çîroknûsên modern li herriya ser solê dinêre û ew herrî li ser şaneşîna jêrzemîna hişê çîrokbêj vediguhêze çîrokek şil û mezeloqî. "erojen" kitêba "berfo barî" ya ewil e û çîrokên bi qandî vê herriyê mezeloqî û ji rêzê di xwe de vedihewîne. çîrokên berfo barî di bin hiş de hatine meyandin û dawerivînin ser kaxizê. cihêtiya wan ev e ku: berfo ji kaleydoskopa xwe bi hevokên pir-reng li dinyayek ji rêzê dinêre û hukmê ji rêzêbûnê betal dike.
ji jêrzemîna civakê bang dike lê ne aîdî tu erdglorê ye: ew "xwedayê xwe" ye.
berfo barî bi şi'êrê dest bi nivîsînê kir. loma jî di çîrokên wî yên konsantre de şûna lingên şidandî yê şi'êrê her diyar in. ji ber vê yekê nêrînek bi kitekit û bêhnvedaneke qitûtî ji bo xwendevanan divê.
heke hûn hazir bin fermo!
- dengê pêjna sawê tê.
- min di xewnê de jî dît. ew ê me bi şûr bikujin.
- wîîî ev xewna di rengê mîza te de ji ku derket?
- ji asûsê derket
- asûs ku derê ye?
- ew bajarê bin hişê min e.
- ka em vê xewna te ji alemê re bêjin.
- na wê werin min bikujin.
- ji ber xewnekê?
dayê digo: "xewn berdewama jiyanê ye."
- temam. em ê navê te şaş binivîsînin.
- çawa?
- em ê navê te berfo barî lê bikin wê nizanibin yê ku ev xewn dîtiye tu ye.
- dibe
tepe rep.
- hatin!..
ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:54
  • Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
  • Ebat:13,5 x 19,5
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
  • ISBN-13:9786059017152
ÜRÜN KATEGORİLERİ
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
"NA YAYINLARI" - DİĞER ÜRÜNLER
Alış-verişlerinizde kredi kartı haricinde banka havalesi, posta çeki havalesi ya da kapıda ödeme seçenekleriyle ödeme yapabilirsiniz.
Ayrıntılı bilgi için Yardım sayfasına bakabilirsiniz.
Taksit anlaşmamız bulunan kredi kartları
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Bize Ulaşın  |        
Alemdar Mahallesi, Biçkiyurdu Sokak, No: 1/2 / Fatih / İstanbul / Türkiye   Telefon : 0 (212) 522 31 52   Faks : 0 (212) 522 31 54  
E-Posta : destek@kitapstore.com
© 2024 KitapStore.com Tüm Hakları Saklıdır