Dotmam
    • Basım Yılı
    • Sayfa Sayısı
      112
    • Kağıt Türü
      Kitap Kağıdı
    • Ebat
      13 x 19,5
    • Dil
      Kürtçe
    • Cilt Durumu
      Karton Kapak
    • ISBN-13
      9789944382748
    100,00 TL
    72,00 TL
    ÜRÜN TÜKENDİ
    Vê carê 'Dotmam' dipeyive

    Celadet Alî Bedirxan di şi'ra xwe ya navdar de dibêje:
    Dotmam welê ye, heta mirov xwe nas dikit mirov emrê xwe xelas dikit.
    Hon hemî ji min, ji me re bûn. Me kîjan bixwesta, ne ewê, ne mamên me, ne digotin no. Lê min, me hemiyan nizanî bûn. Çavên me bi we, bi bedewiya can û giyanê we ne diket.
    Me dev ji we berda bûn. Yekî biyanî dihat, hon dixwestin. Me ji xwe re ne dikir namûs. Hon dibirin. Hon bêqedr dikirin. Di rêzika dinyayê de hon tayih dibûn. Ev ne sûcê we, lê yê me bû.
    Hon di gulistana mala me de gul û bişkojin bûn. Baxvan û dîdevanên we em bûn. Bihna we a xweş, rengê we ê geş û birewş tu dibêjî qey ne ji me re bûn. Em pê ne dihesiyan. Me ew ne didîtin.
    Himbêza xwe veke ez ji te re têm. Min himbêz bike. Min wek mêr, pismam û her tiştê xwe maço bike.
    Were dotmam were, ez stûna heyîna te a stiwar im, tu jî bibe rewşa jiyîna min a Rewşen.

    Kitêba 'Dotmam' Rewşen Bedirxan bi vê şi'rê dest pê dike lê bi nivîs û axaftinên Rewşen Xanim dom dike. Bi taybetî bîranînên wê yên Kongreya li Dijî Koledariyê a ku di 1957an de li Atîna-Yonanîstan çêbû, ji gelek aliyan ve balkêş dixuyin. Bi nivîs, belge û fotoyan rûpelekî din ê dîroka me ronî dibe. Bi weşandina vê kitêbê di 100 saliya Rewşen Bedirxan de em ronakbîrek, jinek, hevalek, dayikek, mamostayek, xebatkarek, xatûneke pirreng ku qet jibîrkirin heq nekiriye ji nêz ve nas dikin.
    Ürün Kategorileri
    "REWŞEN BEDİRXAN" - DİĞER ÜRÜNLER
    YORUM YAPIN
    Yorum Başlığı:
    Yorumunuz*:
     
    Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
    Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
    Hata Detayı:
    FIRSATLAR
    © 2026 KitapStore.com - Tüm Hakları Saklıdır