Analiza Qewlen Ezdiyan
Kitêba Xanna Omerxalî û Kovan Xankî ''Analîza Qewlên Êzdiyan'' di nav weşanên Avesta de derket.
Ev kitêb di derbarê pirsa girîftar a metoda analîzkirina tekstên dînî yên êzdiyatiyê de ye. Ji bo baştir nîşankirina nîqaşê şiroveyeke Qewlê Omer Xala û Hesin Çinêrî tê bikaranîn. Piranî daneyên kitêbê ji lêkolînên qadî yên bi êzdiyên li Ermenistan Iraq û Almanyayê hatine kirin tên û ev jî yekem pêşkêşiya zanistî ya encaman e.
Hemû danêrên xebatê temsîlkarê rûhaniya êzdiyan in ku piraniya wan ji kasta Pîran tên û ew jî ji mala Omerxaliyan e ku malbatên vê malê agahiyên derheqê avakerên xwe de parastine. Pêşgotina kitêbê teqdîmeke giştî ya şerha olî ya êzdiyatiyê dide xwendevanan ku nivîskar hinek agahiyên bingehîn derdide ji bo şirovekirina nivîsarên dînî yên êzdiyatiyê. Kitêb zêdetir ji bo rojhilatnasan zanayên lêkolînên olî êzdînasan û ji bo gelek xwedavanên ku meraqeke wan heye li ser lêkolînên kurdî û lêkolînên olî yên hevçerx.

Bedelê Feqîr Hecî di pêşgotina kitêbê de wiha dibêje:
Ev berhema li ber destê me ya ku hêja û birêzan Dr. Xanna Omerxalî û Kovan Xankî pê rabûyîn şirovekirin û lêkolîn û toyîjandineke edebî dîrokî rexneyî derbarê tekstekî dînê êzdiyan de ye. Di vê lêkolînê de cara pêşiyê mêtodeke ravekirina tekstên dînî yên Qewlên êzdiyan wek nimûnekî edebê ola êzdiyatiyê tê diyarkirinê ser analîza Qewlê Omer Xala û Hesin Çinêrî da.
Ev lêkolîne hewilan û pêngaveke here nû serkeftî zanistî û babetane ye di warê şirovekirina têkistên dînê êzdiyan de ez bawer im di pêşerojê da sud û mifayeke mezin dê ji vê lêkolînê ête wergirtin ku bi heman rêk û şêwê tekstên din jî bêne toyîjandin û şirovekirin.
Bi nêrîna min ev kitêb dikare ne tenê kêrî olzan ulmdar û qewlbêja bê lê weha jî kêrhatina vê berhemê boy wan xwendevanan yên ku hewcê zanebûna edebê dînê êzdiyan û dîroka edebê kurdî ne ber bi çav e.
ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:192
  • Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
  • Ebat:13 x 19,5
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
  • ISBN-13:9789944382939
ÜRÜN KATEGORİLERİ
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
SATIŞ FİYATI : 93,60 TL
ÜRÜN SATIŞ DIŞI
"KOVAN XANKİ" - DİĞER ÜRÜNLER
Alış-verişlerinizde kredi kartı haricinde banka havalesi, posta çeki havalesi ya da kapıda ödeme seçenekleriyle ödeme yapabilirsiniz.
Ayrıntılı bilgi için Yardım sayfasına bakabilirsiniz.
Taksit anlaşmamız bulunan kredi kartları
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Bize Ulaşın  |        
Alemdar Mahallesi, Biçkiyurdu Sokak, No: 1/2 / Fatih / İstanbul / Türkiye   Telefon : 0 (212) 522 31 52   Faks : 0 (212) 522 31 54  
E-Posta : destek@kitapstore.com
© 2024 KitapStore.com Tüm Hakları Saklıdır