Kewen Birçi
Kitêba nû a Ismail Dindar "Kewên Birçî" ji nav weşanên Avesta derket. Kitêb ji 16 çîrokan pê tê.

Ji çîroka bi navê Kewên Birçî:

Zivistan... Ku zivistan dihat weke kirasê bûkê dar-daristan rez û zevî çiya û newal seranser spî dibûn. Hesreta çukan teyr û tilûran mistek reşahî bû. Piştî barîna berfê xort û zilamên gund derdiketin nêçîra kewan. Em zarok li hêviya mezinan diman. Me bi bayê bezê xwe diavête turikên bav bira û apên xwe. Bi lez me kewên di turikan de dihijmartin. Dema diya min kew dipirtikandin min jê dipirsî:

"Dayê bê tiving kew çawan têne girtin?"

"Lawo kew di berfê de nikarin bifirin."

"Çima di berfê de nikarin bifirin?"

"Ku berf dibare kew tiştekî xwarinê peyda nakin. Birçî dimînin. Ku birçî dibin hêz di wan de namîne û êdî nikarin bifirin."

"Bavê min jî wan bi destan digre ne wisa ye dayê?"

"Erê lawê min wisa ye bi destan digrin kewên birçî nikarin bifirin. Ma tenê kewên birçî ji qerem dikevin? Hemû ajal wisa ne. Mirov jî wisa ne. Ku mirov jî birçî dimînin ji dest û piyan dikevin. Xwedê tu kesî tî û birçî nehêle."

"Kewên birçî nikarin bifirin. Kew kewên birçî... Birçîbûn..." Û ligel ku ez gelekî birçî bûm jî min goştê wan kewan nedixwar. Goştê kewên birçî...
ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:104
  • Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
  • Ebat:13 x 19,5
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
  • ISBN-13:9786055585075
ÜRÜN KATEGORİLERİ
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
SATIŞ FİYATI : 64,80 TL
ÜRÜN SATIŞ DIŞI
"İSMAİL DİNDAR" - DİĞER ÜRÜNLER
Alış-verişlerinizde kredi kartı haricinde banka havalesi, posta çeki havalesi ya da kapıda ödeme seçenekleriyle ödeme yapabilirsiniz.
Ayrıntılı bilgi için Yardım sayfasına bakabilirsiniz.
Taksit anlaşmamız bulunan kredi kartları
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Bize Ulaşın  |        
Alemdar Mahallesi, Biçkiyurdu Sokak, No: 1/2 / Fatih / İstanbul / Türkiye   Telefon : 0 (212) 522 31 52   Faks : 0 (212) 522 31 54  
E-Posta : destek@kitapstore.com
© 2024 KitapStore.com Tüm Hakları Saklıdır