Kilam Stranen Kurdi (2 Cilt)
Kilam Stranen Kurdi (2 Cilt)
    • Basım Yılı
    • Sayfa Sayısı
      1024
    • Kağıt Türü
      Kitap Kağıdı
    • Ebat
      13,5 x 21,5
    • Dil
      Kürtçe
    • Cilt Durumu
      Karton Kapak
    65,00 TL
    46,80 TL
    ÜRÜN TÜKENDİ
    "Kilam&Stranên Kurdî" bi nota û gotin ku ji aliyê hunermend Cewad Merwanî ve hatibûn berhevkirin yek jê çapeke taybet û a din jî ku ji 2 cildan pê tê, di nav weşanên Avesta de çap bû. Notayên stranan Sherko Hamasalih Chingiani çêkirine. Çapa taybet ji 1024 û çapa din cildê yekem 544, ê duyem 492, tev de ji 1036 rûpelan pêk tê. Weşanxane, kitêba ku bi cildên din ên ku tên amadekirin re, dikare wek antolojiyeke kilam û stranên kurdî bê binavkirin, wiha pêşkêş dike:

    Kurdistan yek ji welatê herî kevn ê Rojhilata Navîn, kurd jî miletekî otokton ê vê herêmê ne. Di kultur û zimanê kurdî de ev taybetmendiyên kevnar hatine parastin, nexasim di muzîka kurdî de. Civaka kurd jî wekî civakên din ên Rojhilat, civakeke tradisyonel e, kultura kurdî bêhtir devkî û anonîm e. Ev yek jî herî zêde şopên xwe di muzîkê de nîşan dide. Di destpêka sedsala 21ê de, tevî hemû zordestî, asîmîlasyon û polîtîkayên tunekirinê ên çaralî, eger em îro behsa kultur, ziman û edebiyata kurdî bikin yek ji rolê sereke ê vê serkeftinê ê muzîka kurdî ye, ê dengbêj, çîrokbêj, stranbêjan... e. Ew bîreweriya sedan salan e.

    Tevî hemû populerî û aktualîteya xwe, muzîka kurdî hê zêde nebûye mijara xebatan. Kilam û Stranên Kurdî bi nota û gotin wekî antolojiyeke muzîka kurdî ye. Bi hezaran kilam û stran bi rêzek alfabetîk ciyê xwe tê de digrin. Tu diyalekt û devokên kurdî, tu herêmên Kurdistanê jê ne kêm in. Cewad Merwanî, bi salan wek dengbêjekî nûdem ketiye pey şopa wan kilam û stranan, ji arşîvên Radyoya Erîvanê ta Radyoya Bexdayê û Kerkukê, berhevokên folklorê her tişt li hev civandiye. Eger ev berhevok ji bo arşîv û dokumantasyoneke bi rêkûpêk a muzîka kurdî bibe destpêkek armanca wê ya sereke ê cîbicî bûbe.
    Ürün Kategorileri
    "CEWAD MERWANİ" - DİĞER ÜRÜNLER
    YORUM YAPIN
    Yorum Başlığı:
    Yorumunuz*:
     
    Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
    Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
    Hata Detayı:
    FIRSATLAR
    © 2025 KitapStore.com - Tüm Hakları Saklıdır