Parisabad
Kitêba Fawaz Husên a bi navê "Parîsabad" di nav weşanên Avesta de derket.
Di Parîsabadê de di van kurteçîrokan de ku mirov dikare wan wek beşên romaneke hevgirtî bixwîne Fawaz Husên li ser mijara derbideriyê li Ewropayê û bi taybetî li ser Parîsê dinivîse.
"Di destexaniyê xwe de li qata heftan li bajarê Parîsê bîranînên min wek libên tizbiyek kehreban di destê deqandî yê kalemêrekî de didin dû hev. Li Porte des Lilasê ez hem hespekî textînî me hem jî ew lawikê ku lê siwar bûye. Ji bîst û pênc salan ve ku ez ji deşta Mêrdînê dûr ketime ez bawer dikim ku hespê min bi çargavî dinyayê li bin guhê hev dixîne lê ew bi rastî di cîhê xwe de dimîne û di defa sînga Amûdê de diçe xwarê. Ez bawer dikim ku ez li Parîsê me li paytextê Fransayê me lê ez hema erd û zeviyên gundê Kurdoyê dipîvim û xwe ji serê girê wî digindirînim. Erê ez li kêleka çemê Seinê dijîm û ji do êvarê de pir diçelmisim lê ez bi roj û şevan dikevim çemê zaroktiya xwe û ez di hembêza bavê xwe de ajne û sobahiyê dikim."

Fawaz Husên

Li gundekî ji derdora Amûdê hatiye dinyayê. Ew li Amûdê mezin dibe û xwendina xwe ya seretayî amadeyî û navîn lê dixwîne. Paşê ew beşê edebiyata fransî li zanîngeha Helebê hildibijêre. Di sala 1978an de ew digihêje Parîsê û li Sorbonnê xwendina xwe ya bilind di sala 1988an de diqedîne û dibe doktorê ziman û wêjeya fransî.
Fawaz Husên anuha mamosteyê zimanê fransî ye li wezareta perwerdekirinê li şaredariya Parîsê û li zanîngeha Sorbonnê. Ew endamê rêxistina nivîskarên Fransayê ye û hem bi fransî hem bi kurdî dinivîse. Parîsabad berhema wî ya nehan e ku bi yekî ji van herdu zimanan çap dibe.
Di Parîsabadê de di van kurteçîrokan de ku mirov dikare wan wek beşên romaneke hevgirtî bixwîne Fawaz Husên li ser mijara derbideriyê li Ewropayê û bi taybetî li ser Parîsê dinivîse.
ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:104
  • Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
  • Ebat:13 x 19,5
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
  • ISBN-13:9786055585341
ÜRÜN KATEGORİLERİ
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
SATIŞ FİYATI : 9,36 TL
ÜRÜN SATIŞ DIŞI
Alış-verişlerinizde kredi kartı haricinde banka havalesi, posta çeki havalesi ya da kapıda ödeme seçenekleriyle ödeme yapabilirsiniz.
Ayrıntılı bilgi için Yardım sayfasına bakabilirsiniz.
Taksit anlaşmamız bulunan kredi kartları
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Bize Ulaşın  |        
Alemdar Mahallesi, Biçkiyurdu Sokak, No: 1/2 / Fatih / İstanbul / Türkiye   Telefon : 0 (212) 522 31 52   Faks : 0 (212) 522 31 54  
E-Posta : destek@kitapstore.com
© 2024 KitapStore.com Tüm Hakları Saklıdır