Dojeha Veşarti
3 İŞ GÜNÜ
İÇİNDE KARGOYA TESLİM
Nivîskarek... Tenê diodeyekê de... Di odeyê de perdeyek şimik pênûs mase kursî lênûsk textêrazanê û pirtûk hene. Û rojekê nivîskar winda dibe.

Perde: Lê niha li şûna xwe valahiyeke bi hesret hiştiye.Ew tune ye. Dibe ku careke din li min û odeya xwe venegere. Ez ê vê yekê tu carî nizanibim. Ka çimaçû? Ji ber çi ewqasî dilxemgîn bû?-Çima bi ser wêneyê wê keçikê de her şev berî ku rakeve digiriya?

Şimik: Piştî nîvro bû. Em pê re heta ber derî çûn. Cihê ku sol lê bûn. Me nedixwest nigên wî berdin. Berxwedana me bi serneket. Em ji nigên xwe derxistin. Solên xwe kirin pê û çû. Em jî li pey wî liser hev siwar bûn. Jixwe ji destê me jî tu tiştekîdin nedihat.

Pênûs: Ezniha li xwe mikur têm. Heger wê rojê wî bikaribûya ez li ser pelên spîdaniyama. Dibe ku dev ji çûyîna xwe berda. Ew di dilê min de bûye kul. Êşa nenivîsandinê ew bi ber bayêxwe xist.

Mase: Sebebên ku ew serê xwe rake mîna dînekî biçe pir in. Lêez nizanim ji wan sebeban kîjan hîn girantir derket. Xwedê dizanê ez ê tevli vêpirsê di hundirê vê odeya piçûk de hêdî hêdî ji hev bikevim.

Kursî: Di ser çûyîna wî re mehek derbas bûye. Reva wî ji ber çibû nizanim! 'Rev' dibêjim ji ber ku ya wî ne çûyîn bû. Pir caran ku li ser min bedenê xwe yawestiyayî bi şûn dikir. Ji bonivîsandina tiştekî difikiriya tavilê dilê wî bi hêllêdixst. A wê çaxê ez têdigihîştim ku dixwaze benê ku ji bindestiyê li stûyê wî geriyaye parçe bike. Û loma...

Lênûsk: Mehek berê bû. Piştî nîvro bû ez danîm ser maseyê min got qey wê destbi nivîsandina çîrokeke nû bike. Berovajiyê fikra min wî hemû çîrokên xwe ji hundirê min çirandin. Bi ser hev de guvişandin. Paşê avêtin tûrekî naylonî. Û winda bû...

Textê Razanê: Ew evîndarê min î yekemîn bû. Heger qedera min a teres wiha berdewam bike wê bibeyê dawîn jî. Lê ez razîme. Her çendî ku hemêza min kort û tenik kiriye jî ez ne xemgîn im.Bes e bila vegere.

Pirtûk: Tenê wî ji zimanê min fêm dikir. Destê xwe didanî ser bergê min. Dema kuez ji nav pirtûkên din derdixistim bi kubarî rûpelên min diqulipandin dest bixwendinê dikir. Pê re jî kêfxweşiya ku di hundirê wî de pêkdihat xwe dida rûyê wî. Û ez jî pêre bextewardibûm.
ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:88
  • Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
  • Ebat:13 x 19,5
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
  • ISBN-13:9786055585846
ÜRÜN KATEGORİLERİ
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
"BAWER RÜKEN" - DİĞER ÜRÜNLER
"AVESTA BASIN YAYIN" - DİĞER ÜRÜNLER
Alış-verişlerinizde kredi kartı haricinde banka havalesi, posta çeki havalesi ya da kapıda ödeme seçenekleriyle ödeme yapabilirsiniz.
Ayrıntılı bilgi için Yardım sayfasına bakabilirsiniz.
Taksit anlaşmamız bulunan kredi kartları
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Bize Ulaşın  |        
Alemdar Mahallesi, Biçkiyurdu Sokak, No: 1/2 / Fatih / İstanbul / Türkiye   Telefon : 0 (212) 522 31 52   Faks : 0 (212) 522 31 54  
E-Posta : destek@kitapstore.com
© 2024 KitapStore.com Tüm Hakları Saklıdır