Derb
  • 3 İŞ GÜNÜ
    İÇİNDE KARGODA
  • Basım Yılı
  • Sayfa Sayısı
    112
  • Kağıt Türü
    Kitap Kağıdı
  • Ebat
    13 x 19
  • Dil
    Kürtçe
  • Cilt Durumu
    Karton Kapak
  • ISBN-13
    9786055279738
Kitêba nû ya Bahoz Baran ku ji çîrokan pêk tê, di nav weşanên Avesta de, bi navê "Derb" derket. "Derb" duyemîn kitêba çîrokan a nivîskar e, berê jî bi navê "A baş" kitêbek wî derketibû.

Ez ji efendiyê xwe re bibêjim. Gerek mirov baweriya xwe bi vê dinyayê pirr neyîne û pişta xwe nedê! Hûtek e ev dinya, roja bîst û yekê be jî ew ê me dabeliîne. Pêşiyan bîlesev negotiye, dinya bela ye. Erê, ez van gotinan ji te re niha dibêjim, lê dema ku ez li ser hemdê xwe bûm û min hukmê xwe li dar dixist ev tişt nedihatin bîra min. Mirov dema hînî dewrana xwe dibe dibêje qey ew ê her gav wisa bidome. Ne wisa ye! Ez ji ezîzê xwe re bibêjim. Dê û bavê min, -Xwedê rehma xwe li tevan bike- çend salên ewil ji wan re zarok çênabe. Diya min berê xwe dide şêx û melayan, nivişt miviştan dide çêkirin. Çawa dibe êdî ez nizanim; lê Xwedê min dike diyarî ji wan re. Dema ku çav bi min dixin şaş dimînin. Pitikekî girs, ser ji gewde girantir, lep lepên hirçê... Bavê min wê kêliyê dibêje, Xwedê li me bê rehmê...
Ürün Kategorileri
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
 
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
FIRSATLAR
© 2025 KitapStore.com - Tüm Hakları Saklıdır