Gazinda Xencera Min
3 İŞ GÜNÜ
İÇİNDE KARGOYA TESLİM
Hemû çîrokên Celadet Alî Bedirxan di kitêba bi navê "Gazinda Xencera Min" de kom bûn û di nav weşanên Avesta de çap bûn.

Gazinda Xencera Min ji berhemên edebî ên di tarza çîrokê de pêk tê. Di kitêbê 5 beş hene. Di beşa yekem "Destpêk"ê de yekem berhema edebî ya Celadet Alî Bedirxan Bobinin Hatası ku bi osmanî nivîsîbû û di sala 1917an de li Stembolê çap bûye ji aliyê Osman Özçelik ve bo kurdî hate wergerandin. Çîrokeke di stîla çîrokên klasîk ê ewropî de ye. Me nexwest xwendevanê ku tirkî nizanin ji serpêhatiya Nahîde xanim û segê wê Bobî mehrûm bimînin.

Beşa duduyan ji 7 çîrokan pêk tê ku tev de ji Hawar û Ronahî hatine wergirtin. Di beşa sisêyan de "çîrokên tarîxî" cih digrin ku bêhtir bi navê Bişarê Segman hatine nivîsandin û di Ronahî de çap bûne. Di beşa çaran de du çîrokê mistîk ê kevn hene. Beşa pêncan jî me ji bo çîrokên ku ji zimanên din hatine wergerandin veqetand. Di vê beşê de tev de 4 çîrokên Guy de Maupassant Şerlok Holmes S. A. Moreskwî û çîrokeke klasîk a anonîm ji edebiyata denîmarkî hene.

Me bi tu awayî dest nedaye ziman û îmlaya çîrokan ji xeynî hin peyvên ku pir eşkere ye ku xeletiya çapê ne me xwest bi her awayî orijînalîteya wan biparêzin. Tenê hin peyvên ku bi du awayan hatine nivîsandin me yek jê hilbijart: melike / melîke sîng / sing... Li dawiya berhemê navê ku di orijînal de eger hebe cih û tarîx jî hatiye parastin. Pişt re çavkanî navê kovarê hejmar û tarîxa wê ya weşanê hatine nivîsandin. Tasnîfkirin li gor naverok û stîla çîrokan hatiye çêkirin. Di rêzkirina çîrokan de me bêhtir tarîxa nivîsandina berheman li ber çav girt metoda kronolojîk me tercîh kir.
ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:176
  • Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
  • Ebat:13,5 x 21
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
  • ISBN-13:9786055279806
ÜRÜN KATEGORİLERİ
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
"CELADET ALİ BEDİRXAN" - DİĞER ÜRÜNLER
"AVESTA BASIN YAYIN" - DİĞER ÜRÜNLER
Alış-verişlerinizde kredi kartı haricinde banka havalesi, posta çeki havalesi ya da kapıda ödeme seçenekleriyle ödeme yapabilirsiniz.
Ayrıntılı bilgi için Yardım sayfasına bakabilirsiniz.
Taksit anlaşmamız bulunan kredi kartları
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Bize Ulaşın  |        
Alemdar Mahallesi, Biçkiyurdu Sokak, No: 1/2 / Fatih / İstanbul / Türkiye   Telefon : 0 (212) 522 31 52   Faks : 0 (212) 522 31 54  
E-Posta : destek@kitapstore.com
© 2024 KitapStore.com Tüm Hakları Saklıdır