Pira Navbera Axreşke u Şexan
Kitêba Bro Omerî ya nû "Pira Navbera Axreşkê û Şêxan" di nav weşanên Avesta de derket. Kitêba bîranînan ji du beşan pêk tê. Beşa yekem li ser nivîskar û derdora wî ye beşa duyem ji xatirayên wî yên li ser Musa Anter pêk tê.
Rûpelek ji dîrokê
Piştî amadehî û ewlekariya rê û çûnê ew Xelîlê Osê û mehkûmekî bi navê Evdilkerîmê Xenodurê digel desteyek leşker bi rê dikevin berê xwe didin xopana bajarê Amedê riya çûn û nehatinê. Dema digihîjin pira navbera Axreşkê û Şêxan ew pira bi nav û deng mîna gelek cih û mexterên li Kurdistanê ku gelek ciwanmêr û kurê bavan ji layê leşkeran ve bi înfaza bêdaraz dihatin kuştin; ew pira ku bi xwîna serok rêber û şêxên kurdan û hem jî ji ber şerm û fediya wê dîroka xwe sor bûbû. Leşker li ber pirê radiwestiyan ji mehkûman re digotin: "hûn herin emê bi pey we de werin!" Dema digihîjtin ser pirê dihatin gulebarankirin.
ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
- Basım Yılı:2014
- Sayfa Sayısı:112
- Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
- Ebat:13,5 x 21
- Dil:Kürtçe
- Cilt Durumu:Karton Kapak
- ISBN-13:9786055279943