KEZÎ ZER
Emrê min xilas,
Tim di dilêmin de ma,
Nikarim ez bêjim,
Ne ji wezîr're, ne ji tera,
Dilê min lê dixê gûm gûm.
Kezî zer tû deynakê!...
Eger, ez çû bana cem Xwada,
Ezî bêjim ey Xwada yê min
Ez tim bindest û bê War!
Tû dibînê ey Xwada!
Emrê min çû vaye xilas,
Kezî zer tû deynakê!...
Wext tarî, şev bê denge,
Zinar ketine xewa giran,
Sal û roj limin xayîn,
Dost û yar tim bê dengin,
Ez dinav destê xelkê de,
Kezî zer tû deynakê!...