Bermayiyen Deme
Belê em du kes bûn û me herduyan jî melevanî nizanibû lewre ne li cihê ku me lê danîbû ne jî nêzîkî vî bajarî deryayek an golek hebû. Lê me hê ji wan kesên ku li ser pişta hespê xwe di halê rêveçûnê de ji qutîkeke taybet cixare dipêçan re rêz digirt. Hezkirina camêrekî li hember kevne tivinga wî bikaranîna wî ya pisporî hê em dikirin nav kelecanê. Afîş û wêneyên kevn li çayxaneyên xewle gotegotên li ser dezgehê erebokê cigerciyan li pişt kamyonan lixwekirina gomlekekî nû yê Şahê Bedoyî bi vekirina sê bişkokê jorîn li ser bextê reş e pirça defa singa wan fotoyên wesîkayî ku ligel berçavkên rojê li hundir hatibûn kişandin daliqandina wêneyekî xweşjinekê li qaşo menzelê kedkarê avayîçêkeran em xemgîn dikirin. Me xweziya xwe bi bayê sibê dilopê ser pencereyan kaniya nava gund kevçiyê nav çayê dianî. Ne ku em ji hedê tolazî û xodbûne derbas bûbûn me berê xwe dabû aramiyê da me ev yek dixwest. Ne ji hebûna rasterast ji tunebûna lotikavêtina nav hevalan ger û geşta metropolan kêf û şadiya ji dil.

"Şarman gelek caran ji bo mijara çîrokên xwe heta bêje mijarên siyasî an civakî hildibijêre lê bi saya zimanê xwe yê îronîk alegoriyê xurt te'ma wêjeyî di bin barê mijarên giran de namîne; ne bi edayeka dîdaktîk ne ku şîretan li xwendevan bike an wan ajîte bike ji bin vî barî radibe. A herî girîng Şarman bi asoyeke fireh li civaka xwe dinêre û wê baş nas dike lewma tevî zimanê wî yê mizahî (ev mizah raste rast ji têkoşîna wê ye bi êşê re tê) û hunandina hosteyî çirokên wî ewqas serkeftî ne."
Fexriya Adsay

"Her dem her nifş her bizav û cureyên wêjeyê di serboriya xwe de hin lawikên şûm derxistine. Şûmê wêjeya kurdî ya vê serdemê jî Mihemed Şarman e. Wî bi mîzaheke xurt di yekem berhema xwe de ji bo cureya çîrokê asteke bilind danî. Vê carê Şarman li ser wê mizaha xurt kamilbûneke rûniştî lê kiriye."
Ferzan Şêr
ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:112
  • Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
  • Ebat:13 x 19,5
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
  • ISBN-13:9786059082051
ÜRÜN KATEGORİLERİ
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
SATIŞ FİYATI : 72,00 TL
ÜRÜN SATIŞ DIŞI
"MİHEMED ŞARMAN" - DİĞER ÜRÜNLER
Alış-verişlerinizde kredi kartı haricinde banka havalesi, posta çeki havalesi ya da kapıda ödeme seçenekleriyle ödeme yapabilirsiniz.
Ayrıntılı bilgi için Yardım sayfasına bakabilirsiniz.
Taksit anlaşmamız bulunan kredi kartları
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Bize Ulaşın  |        
Alemdar Mahallesi, Biçkiyurdu Sokak, No: 1/2 / Fatih / İstanbul / Türkiye   Telefon : 0 (212) 522 31 52   Faks : 0 (212) 522 31 54  
E-Posta : destek@kitapstore.com
© 2024 KitapStore.com Tüm Hakları Saklıdır