Felsefevan Sayı:1
Felsefevan Sayı:1
4 İŞ GÜNÜ
İÇİNDE KARGOYA TESLİM
Daxuyaniya Hejmara Yekem ya Kovara Felsefevan
Merheba ji we re...
Bi hejmara xwe ya yekem em li pêşberî we ne. Demeke dirêj e ku me dixwest em bi zimanê xwe ê şîrîn kovareke xwerû bi kurdî û kurmancî ya felsefeyê biweşînin lê mixabin heta a niha me îmkaneke wiha peyda nekiribû. Lew re ev daxwaz wisa demeke dirêj di hişê me de weke xewnekê mabû. Lê qasî beriya du-sê mehan me biryara xwe da ku em kovareke felsefeyê ya xwerû bi kurdî biweşînin.
Guman tê de nîne ku bar barekî giran e û pêdivî bi zanîn û têgihiştineke kûr heye û lwema ev kar bar û berpirsiyariya me girantir jî dike. Li gel hemû astengî û dijwariyan em baş dizanin ku avêtina gava pêşîn gelekî girîng e û bêguman bi demê re em pêbawer in ku dê di zimanê kurdî de berhevdanek baş ya zanyariyên felsefî û zanistî pêk were. Di vî warî de meyl û bala xwînerên kurdî hêviyên me her geş dikin û wêrekiyek bêpeyan didine me. Weke zanîna we ye ku felsefe û zanist jî di jiyana mirovî de qasî wêjeyê xwediyê roleka girîng in û di navbera wan de jî bêguman têkiliyek xurt heye.
Kovara Felsefevan dê di sê mehan de carekê biweşe û di her hejmareka xwe de em ê herî kêm li ser du mijarên bingehîn (dosyeyan) rawestin. Herweha em ê cih bidin mijarên mîtolojî civaknasî û psîkolojiyê û têgînên felsefî jî. Belam mijarên civaknasî û psîkolojiyê dê betir mijarên destpêkê bin û armanc dê nasandina wan zanistan be. Weke din em ê bi berfirehî li ser mijarên felsefî rawestin.
Di vê hejmar ewil de em li ser du mijarên taybet rawestiyan:
1- Di pêşketina zimanan de fîlozofî û felsefe
2- Têkiliya felsefeyê û dîn çi ye gelo? Çima di civakên lipaşmayî de felsefe her dem weke dijberê dîn/olê tê dîtin û nirxandin?
Di rûpelên pêş de dê hûnê li gotarên gelek hêja yên Shahînê Bekirê Soreklî Zeynelabidin Zinar Fêrgîn Melîk Aykoç Omer Dilsoz Zeynel Abîdin Newaf Mîro Mahmut Ozçelik Mîr Qasimlo Y. Gul Seven  Rênas Xendekî Sultan Arslan Konê Reş Evîn Berçem Kêmzan Bêwar û Agirî Soran rast werin ku bi şêweyek felsefî û akademîk mijar li qelemê dane û têgihiştineke xwe a kûr hene.
Herweha dîsa nivîsa Panait Îstratî ya derheqê dîn de nêrînên ramanwerên cuda Destana Gilgamêş Ferhengoka Felsefeyê di quncikê civaknasiyê de
di quncikê psîkolojiyê de jî cih digrin.
Nesrîn Rojkan rêwîtiya xwe ya li warên Antîk Yewnanîstanê bi nivîseke xweş ya bi navêîn>
ênase>

li qelemê daye û geştnameyeke xweşik nivîsiye. Herweha Ali Gurdilî bi nivîskarê yê bi H. Kovan Baqî re hevpeyvînek pêk anîye ez bawer im dê ew jî gelekî bala we bikşîne.
Di her xebat û karên destpêkî/pêşîn de bêguman dibe ku hinek çewtî pêk werin. Lê ya girîng ew e ku mirov ji çewtiyan jî ders bigre û rê nede dubarkirina wan. Li ser navê hemû xebatkarên kovarê ez gelekî spasiya hemû rewşenbîr û nivîskarên me yên qedirbilind dikim ku bi gotarên xwe yên hêja piştgirî dane me û em bi tenê nehiştine. Herweha em spasiya we xwîneran jî dikin ku we bala xwe daye vê kovarê û dixwînin. Em ji xwe bawer in û hêvîdar in ku em ê bikaribin bi berdewamî vê xebatê bidomînin û berfirehtir bikin.
Heta hejmareke din bimînin di xweşiyê de... îa>
ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
  • Basım Yılı:
  • Baskı:1
  • Sayfa Sayısı:128
  • Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
  • Ebat:16 x 24
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
ÜRÜN KATEGORİLERİ
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
%23 İNDİRİM
SATIŞ FİYATI : 11,43 TL
LİSTE FİYATI : 14,85 TL
Alış-verişlerinizde kredi kartı haricinde banka havalesi, posta çeki havalesi ya da kapıda ödeme seçenekleriyle ödeme yapabilirsiniz.
Ayrıntılı bilgi için Yardım sayfasına bakabilirsiniz.
Taksit anlaşmamız bulunan kredi kartları
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Bize Ulaşın  |        
Biçkiyurdu Sokak No: 1/2 - Cağaloğlu / Fatih / İstanbul / Türkiye   Telefon : 0 (212) 522 31 52   Faks : 0 (212) 522 31 54  
E-Posta : destek@kitapstore.com
© 2019 KitapStore.com Tüm Hakları Saklıdır