Ev kitêba han, li ser mezhebê Îmamê Şafiî, bi niyeta ku zarokên Kurdân bi hêsayî dîne xwe nas bikin û feyda jê bigrin hatiye amadekirin. Lazim ê meriv ji Xwedê re İbadetên xwe bi zaneyî bike.
Misilmanê bi dîne xwe girêdayî, heq û neheqiyê, helal û heramiyê, xêr û gunehan tevan dizane.
Merivê misliman dema jiyana xwe li gor van esasan tenzîm bike, karê helal bikê û xwe ji heraman jî biparêze wê hem li dunyayê, hem jî li axîretê şad û bextewar be...