Listiken Tomeri
3 İŞ GÜNÜ
İÇİNDE KARGOYA TESLİM
Sê lîstikên şanoyê yên Mîrza Metîn; Dîsko 5 No'lu Bûka Lekî û Gor bi
hev re di kitebekê de kom bûn û bi navê "Lîstikên Tomerî" çap bûn.
Di pêşgotina berhemê de Berfîn Zenderlîoğlu wiha dinivîse: "Di wan her sê lîstikan de jî nivîskar wêneya rûbirû mayina mekanîzmaya ku însan xwe dike mehkûmê xwe dikêşîne. Hêma û metaforên ku bi kar tîne mekanên ku ava dike (sê lîstik jî yek mekan in) lîstina bi zimên re tekiliya wî ya bi zimanê gelerî û dengbêj û çîrokbêjan; hînbûna wî ya kurmancî (di 15-16 saliya xwe de dest bi hînbûna kurmancî dike û di 21 saliya xwe de hêdî hêdî dest bi axaftinê dike) navên ku ji bo karakteran hildibijêre bikaranîna wî ya teknîkên vebêjiyê têkiliya tekstên wî yê bi tekstên kevn û nivîskarên kevn û nûjen re têkiliya
wî ya bi rabirdû re pêşdîtinên wî yên dahatûyî şahidiya wî ya hemdem û hest û hêza wiya manewî tekstên wî dikişine akordekî xweser û ji bo xwendekar û rejîsor û lîstikvan û temaşevanên xwe riya ceribandineke seyrî û cuda derdixe holê." Ji "Dîsko 5 No'lu"
Hucreyeke nîvtarî... Tora pîrevokan nava hucre û derdora wê dorpêç
kiriye. Cop kêr qelas û amûrên wek wisa li ser torê dardekirî ne.
Erd tijî ava genî ye.
Li ser dîwaran "Xwedê tune pêxember çû bêhnvedanê" dinivîse.

Ji "Bûka Lekî"
Di bin ronahiyeke romantîk de jinemankênek. Jinik rûken esîl porsor
bejinzirav narîn û lihevhatî ye... Cilne rengo-rengo li xwe kiriye.
Destekî xwe daye ser noqa xwe. Mêrikek tê maxezeyê û çawa Mankenê
dibîne dikeve nav tenûra erdê û dilê wî dişewite.

Ji "Gor"
Goristanek... Erd asîman e asîman erd e. Bêhna goştên riziyayî û kurmên
rizîxwaran tê. Kundê kor û marê kerr deng didin.
Pepo keko!
Kê kir? Min kir!
Kê kuşt? Min kuşt!
Kê şûşt? Min şûşt!

Lîstikên Tomerî
Dîsko 5 No'lu Bûka Lekî Gor
Mîrza Metîn
ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:130
  • Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
  • Ebat:10,5 x 18
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
  • ISBN-13:9786059082921
ÜRÜN KATEGORİLERİ
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
"MİRZA METİN" - DİĞER ÜRÜNLER
Alış-verişlerinizde kredi kartı haricinde banka havalesi, posta çeki havalesi ya da kapıda ödeme seçenekleriyle ödeme yapabilirsiniz.
Ayrıntılı bilgi için Yardım sayfasına bakabilirsiniz.
Taksit anlaşmamız bulunan kredi kartları
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Bize Ulaşın  |        
Alemdar Mahallesi, Biçkiyurdu Sokak, No: 1/2 / Fatih / İstanbul / Türkiye   Telefon : 0 (212) 522 31 52   Faks : 0 (212) 522 31 54  
E-Posta : destek@kitapstore.com
© 2024 KitapStore.com Tüm Hakları Saklıdır