Kurd Di Tarixa Ibn El-Esir De Ji El-Kamil Fi T-Tarix A Ibn El-Esir (2 Cilt)
Kurd Di Tarixa Ibn El-Esir De Ji El-Kamil Fi T-Tarix A Ibn El-Esir (2 Cilt)
Beşên li ser kurdan ên "El-Kamil fî t-Tarîx"a Ibn el-Esîr ku yek ji berhemên herî girîng ê tarîxa îslamê ye ji aliyê Emîn Narozî ve ji erebî bo kurdî hate wergerandin û amadekirin û bi navê "El-Kamil fî
t-Tarîx (Kurd di tarîxa Ibn el-Esîr de) derket. Avesta bi vê berhema ku ji du cildan pêk tê dest bi koleksiyoneke nû dike: "Kurd di tarîx
û seyahetnameyên erebî de." Di dorê de tarîxa Teberî û Miskeweyhi' heye.
"El-Kamil fî t-Tarîx" a ku ji aliyê Ibn el-Esîr (Cizîra Botan h.
555-630 / m. 1160-1232) ve hatiye nivîsandin yek ji girîngtirîn tarîxên îslamî ye. Kitêb mîna salnameyeke bûyeran li gorî salan hatiye dabeşkirin. Wî di her salekê de kîjan bûyerên li gorî wî girîng qewimîbin ew bi serenav nivîsîne û di dawiya beşê de jî hinek bûyerên piçûk yan jî kêmgiring û mirinên kesên mezin î bi navûdeng û zana û şarezayên navdar bi kurtî dane.
Kitêba Ibn Esîr di biwara kurdan û welatên wan de li gorî serdema wî di nav kitêbên tarîxê de yek ji yên yan jî bi xwe berfirehtirîn kitêb e ku agahên firewan û kêmpeyda yên siyasî leşkerî civakî û jînewerî
li ser wan dide. Ew di kitêba xwe de ji dused û pêncî û heft (257)
caran bêhtir navê kurdan hildide û bîst û yek hoz û êlên kurdan bi nav
dike.
Ji bilî ku ew li ser pênc mîrnişînî û du dewletên kurdan yên Merwanî û
Eyûbî jî agahdariyên xurt û berfireh pêşkêşî me dikir ew di gelek cihan de ji bo tevger û libtên wan yên civakî mêrxasî xizmet û karên kurdan yên qenc î rewa pesnê wan dide lê carina jî di hinek cihan de
gava serhildan û xirecirên wan li hemberî desthilatdar xelîfe û hikimdaran çêbûbin jî ew bi nexweşî û xerabî ji wan xeber dide.
Tarîxa Ibn el-Esîr weke romanekê ye bi carekê re tê xwendin û mirov dibîne ku li welatê me îro di nava tarîxê tarîx jî di nava îro de veşartiye.
Di vê xebata ku ji du cildan pêk tê hemû beşên tarîxa Ibn el-Esîr ên li ser kurdan cih
girtine.
ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:856
  • Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
  • Ebat:13,5 x 21,5
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
ÜRÜN KATEGORİLERİ
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
SATIŞ FİYATI : 47,33 TL
ÜRÜN SATIŞ DIŞI
"AVESTA BASIN YAYIN" - DİĞER ÜRÜNLER
Alış-verişlerinizde kredi kartı haricinde banka havalesi, posta çeki havalesi ya da kapıda ödeme seçenekleriyle ödeme yapabilirsiniz.
Ayrıntılı bilgi için Yardım sayfasına bakabilirsiniz.
Taksit anlaşmamız bulunan kredi kartları
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Bize Ulaşın  |        
Alemdar Mahallesi, Biçkiyurdu Sokak, No: 1/2 / Fatih / İstanbul / Türkiye   Telefon : 0 (212) 522 31 52   Faks : 0 (212) 522 31 54  
E-Posta : destek@kitapstore.com
© 2024 KitapStore.com Tüm Hakları Saklıdır