Lekolinek Lı Ser Rezımana Kurdi (Kurmanci)
Lekolinek Lı Ser Rezımana Kurdi (Kurmanci)
4 İŞ GÜNÜ
İÇİNDE KARGOYA TESLİM
Armanca xebatên rêzimaniyê; naskirina qeydeyên zimîn e. Loma di vê xebatê de ez ji qeydeyê tê zanîn re li mînakan negeriyam. Min xwest ez qeydeyên di bêje û hevokên kurmancî de hene bidim naskirin lewra van qeydeyana perwerdeya zimîn in.

Di zimanekî de rêbaza bêjeçêkirinê çiqas hêsan û kêrhatî be ew zimana ewqas hêsan vedije û dewlemend dibe. Bêjesaziya hêsan perwerdeya zimîn jî hêsan dike. Morfolojiya kurmancî gelek kêrhatî û hêsan e.
Heta nuha rêxistinên zanistî li ser zimanê kurdî lêkolîn nekirine. Bi destê aqademîsyenan bêjeyên kurdî sadir nebûbin jî kesên kurd bi hezaran bêjewek têgîniyên rêzimanî û ragîhandinê afirandine.

Kesên ku rêzimana kurdî nivisîne yek jî bi fîlolojîya kurdî perwerde nebûne. Pirî wan nivîskarana mamoste ne û bi tirkî perwerde bûne. Eger kesên wek me kanin rêzimanan binivîsin va yeka ne ji şarezatiya me ye ji tekûzbûn û sivikbûn û zelalbûna vî zimanê şîrîn e.

Wek her zimanekî di zimanê me de jî qeydeyên siruştî hene. Gelê me bi hezaran salan in li ser van qeydeyan bi hev kirî ne. Ya ji me tê qeydeyên di zimanê me de hene em wan rast nas bikin û baş bidin naskirin. Qeydeyên morfolojiya kurmancî bi hewayek zanistî tasnîf bikin.
Di vê lêkolînê de mijara hemû bêjeyan -nemaze lêkerên kurmancî- bi dorferehî hatiye nirxandin. Gelek xalên nû li rêzimaniya kurmancî hatine zêdekirin. Sentaksa kurmancî belkî cara ewil e bi rêbazek zanistî û rêkûpêk di vê pirtûkê de hatî nirxandin. Pêwendiya di navbera hêmanên hevokê de û cûrên hevokan bi zelalî daye naskirin. Di vê pirtûkê de mînakên ji bo şîrovekirina têgîniyên rêzimanî hatine dayin hemî ji zargotina kurmancî û nivîskarên navdar hatine girtin.

Aramanca min geşkirina kurmanciya me ya wek şîrê dayika min şîrîn û pakij e. Hêvî dikim hûn jî bi pêşniyar û rexneyên xwe pişt bidin vê xebatê. Em bi hev re zimanê xwe geş bikin û pêş ve bibin.
ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:476
  • Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
  • Ebat:16 x 24
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
  • ISBN-13:9786059017800
ÜRÜN KATEGORİLERİ
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
"NA YAYINLARI" - DİĞER ÜRÜNLER
Alış-verişlerinizde kredi kartı haricinde banka havalesi, posta çeki havalesi ya da kapıda ödeme seçenekleriyle ödeme yapabilirsiniz.
Ayrıntılı bilgi için Yardım sayfasına bakabilirsiniz.
Taksit anlaşmamız bulunan kredi kartları
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Bize Ulaşın  |        
Alemdar Mahallesi, Biçkiyurdu Sokak, No: 1/2 / Fatih / İstanbul / Türkiye   Telefon : 0 (212) 522 31 52   Faks : 0 (212) 522 31 54  
E-Posta : destek@kitapstore.com
© 2024 KitapStore.com Tüm Hakları Saklıdır