Li Çiyayen Kurdistane Di Bin Niveheyve de
Li Çiyayen Kurdistane Di Bin Niveheyve de
STOKTAN TESLİM
Yek ji tekstên herî girîng ên kurdolojiyê nameyên Tirkiye yên Mareşalê alman Helmuth Von Moltke bi navê "Li Çiyayên Kurdistanê - Di Bin Nîveheyvê de" derket. Kitêb ji beşên li ser kurdan û Kurdistanê pêk tê û ji aliyê Fatih Aydin ve ji almanî bo kurdî hatiye wergerandin.
Helmut Karl Bernhard von Moltke (1800-1891) efserekî navdar ê artêşa Prûsyayê û yek ji mezintirîn teorîsyenên leşkeriyê yên dîrokê ye. Di xortaniya xwe de derdikeve seyehateke Ewropaya başûr û rojhilat demekê li Stembolê dimîne û ji hêla Siltan Mehmûdê Duyem ve tê vexwendin ku ew bona modernîzekirina artêşa Osmaniyan jê re şêwirmendî û alîkariyê bike. Moltke vê dawetê qebûl dike û ji 1835an heta 1838an li Stembolê dimîne. Ew di ber re xwe dielimîne tirkî li derdora Stembolê derdikeve geşt û geran. Di sala 1838an de bi wezîfeya teftîşkirina artêşên Anatoliyayê wî dişînin Anatoliya û Kurdistanê ku ew wê demê bi serleşkeriya Hafiz Osman Paşa derketibûn sefera li ser kurdan û sefera li hember artêşa Mehmed Alî Paşayê Misirî.
Ev kitêba ku di 1841ê de li Almanya bi navê "Nameyên derbarê şert û
mercên li Tirkiyê yên ji sala 1835an heta 1839an" hatiye çapkirin yek
ji teksten girîng ên kurdolojî ye. Beşên ku di vê kitêbê de cih
digrin beşên ku von Moltke bona teftîşkirina artêşên Anatoliyayê
berê xwe dide ser Anatoliya û Kurdistanê û heta bi dawîbûna Şerê
Nizibê pêk tê ku ew name di salên 1838-1839an de hatine nivisîn. Di vê midetê de von Moltke dibe şehdeyê rapêçandina keleha Seîd Beg sefera ser çiyayên Xerzan û axirî bi dûvdirêjî qala şerê Nizibê dike.
Von Moltke di nameyên xwe di geşt û gerên xwe û di qalkirinên xwe yên
şer de ne wek leşkerekî bes qala tiştên mekanîk û rûxsar dike. Geh wek erdnîgarnasekî dûr û dirêj qala erdnigariya derdorê dike geh wek
dîrokzanekî hûr û kûr qala dîroka bajêr û gundên wan deran dike geh
wek civaknasekî têr û tije qala edet rêûrismên civakên di nav de dimîne dike û geh jî wek pêşbînekî pêşbîniya kêşeyên Rojhilata Navîn û
çareseriyên wan tîne ziman.
ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:240
  • Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
  • Ebat:13,5 x 19,5
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
  • ISBN-13:9786059082808
KATKIDA BULUNANLAR
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
"AVESTA BASIN YAYIN" - DİĞER ÜRÜNLER
Alış-verişlerinizde kredi kartı haricinde banka havalesi, posta çeki havalesi ya da kapıda ödeme seçenekleriyle ödeme yapabilirsiniz.
Ayrıntılı bilgi için Yardım sayfasına bakabilirsiniz.
Taksit anlaşmamız bulunan kredi kartları
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Bize Ulaşın  |        
Alemdar Mahallesi, Biçkiyurdu Sokak, No: 1/2 / Fatih / İstanbul / Türkiye   Telefon : 0 (212) 522 31 52   Faks : 0 (212) 522 31 54  
E-Posta : destek@kitapstore.com
© 2024 KitapStore.com Tüm Hakları Saklıdır