Folklor u Nasnameya Kurdi ya Neteweyi (1898 - 1946)
Folklor u Nasnameya Kurdi ya Neteweyi (1898 - 1946)
3 İŞ GÜNÜ
İÇİNDE KARGOYA TESLİM
Xebata Ramazan Pertev "Folklor û Nasnameya Kurdî ya Neteweyî (1898 - 1946)" derket.
Folklor û Nasnameya Kurdî ya Neteweyî rola xebatên folklorê di geşekirina nasnameya kurdî ya neteweyî de vedikolîne. Binemaya vê xebatê nemaze nivîs û weşanên di navbera salên 1898-1946 de weşiyane ku zêdetir ên rewşenbîrên Bakur in.
Herweku tê zanîn di navbera xebatên folklorê û geşekirina hizra netewetî û nasnameya neteweyî de pêwendiyeke xurt heye. Li gelek welatên cîhanê li ser vê babetê bi sedan lêkolînên akademîk hatine encamdan. Rewşenbîrên kurd di serê sedsala 20. de di nav gelek tevgerên siyasî û rewşenbîrî de cih girtine. Ji bilî xebatên din wan li ser edebiyat û folklora kurdî jî lêkolîn kirine. Ji nivîsên wan diyar dibe ku haya wan ji rewşenbîrên Rojavayî hene bi rewşenbîrên Osmanî re jî têkildar in û xebatên wan dişopînin. Herweha ji girîngîpêdana wan a ji bo berhevkirin û parastina keresteyên folklora kurdî jî aşkere ye ku ew di bin karîgeriya netewetiya romantîk a sedsala 19. de ne. Wan hewl daye ku bi rêya nîşandana keresteyên folklorê îspat bikin ku kurd xwedî nasnameyeke neteweyî ne yek ji niştecihên qedîm ên Rojhilatê ne. Lê belê ev dewlemendî bêxwedî ye di bin xweliya windabûnê de maye û nayê zanîn. Divê ev kereste bi metodên zanistî werin berhevkirin tomarkirin parastin û vejandin. Wan di gotarên xwe de gelek caran amaje bi girîngiya keresteyên folklorê û nasnameya kurdî ya neteweyî kirine.
Ev lêkolîn nivîs û çalakiyên rewşenbîr û dezgeyên kurd di pêwenda hemandemîbûna geşedana nasnameya neteweyî û xebatên folklorê de dinirxîne. Herweha aliyên wan ên edebî û zanistî vedikolîne û ji aliyê dîroka xebatên folklora kurdî ve girîngiya wan nîşan dide. Di encamê de jî hewl dide ku dîroka lêkolînên folklora kurdî li gorî taybetmendiyên serdeman dabeş bike.

Prof. Dr. Şukriye Resûl di pêşgotina kitêbê de dibêje; "Ez destxweşiyê bo Ramazan Pertev dikim ku wî bi vê lêkolîna xwe hem serencama rewşenbîriya kurdî nîşan daye hem mij û dûmana li ser wê serdema tarî rakiriye hem jî sermayeya folklor û edebiyata kurdî bi zimanekî zelal pêşî me kiriye. Ji hemûyan jî giringtir ji bo xebatên dahatûyê asoya kurdnasên ciwan vekiriye..."
ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:344
  • Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
  • Ebat:13,5 x 21,5
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
  • ISBN-13:9786052246221
ÜRÜN KATEGORİLERİ
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
"AVESTA BASIN YAYIN" - DİĞER ÜRÜNLER
Alış-verişlerinizde kredi kartı haricinde banka havalesi, posta çeki havalesi ya da kapıda ödeme seçenekleriyle ödeme yapabilirsiniz.
Ayrıntılı bilgi için Yardım sayfasına bakabilirsiniz.
Taksit anlaşmamız bulunan kredi kartları
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Bize Ulaşın  |        
Alemdar Mahallesi, Biçkiyurdu Sokak, No: 1/2 / Fatih / İstanbul / Türkiye   Telefon : 0 (212) 522 31 52   Faks : 0 (212) 522 31 54  
E-Posta : destek@kitapstore.com
© 2024 KitapStore.com Tüm Hakları Saklıdır