Melaye Ciziri - Jiyan U Tesira Edebi Şerha Xezelen Bijarti
Melaye Ciziri - Jiyan U Tesira Edebi Şerha Xezelen Bijarti
Melayê Cizîrî xwe di şi'rê de "pîr û hosta" dibîne. Ew di warê 'eşqê de jî xwe "arifê weqt" bi nav dike. Ew di şairtiyê de xwe ji şairên edebiyatên serdest kêmtir nabîne. Herwisa di warê manewiyatê de jî xwe li gor sofiyên pêşîn li meqamên bilindtir dibîne. Lewra ew "pîrê 'eşqê" ye.

 Melayê Cizîrî di hizra şarih şair û mutesewwifên Kurd de jî li ciheke muhîm e. Loma di hafizeya Kurdan de ew di nav rêza sofî û şairên meşhûr de mehfûz e. Yanî di tarîxa edebiyata Kurdî de tesîra wî bi aşkerayî dihête dîtin. Jixwe di edebiyata Kurdî ya Klasîk de ji aliyê gelek şairan ve nezîre û texmîs li ser şi'rên Melayê Cizîrî hatine nivîsîn. Herwisa gelek pisporan jî xwestiye ku Dîwana Melayê Cizîrî şerh bikin û şi'rên wî bidine fêmkirin.

Dîwana Melayê Cizîrî hem ji aliyê vegotina estetîk hem jî ji aliyê hêza edebî û reqabeta kanonîk berhemeke giranbiha ye. Loma fêmkirina vê berhemê û tesîra şairên wê ji bo fêmkirina kanona edebiyata klasîk jî girîng e. Ji aliyê din ve fêmkirina metneke klasîk ya wekî Dîwana Melayê Cizîrî pisporiyê dixwaze. Çunkî Dîwan metneke kûr e û ew bi hunerên edebî hatiye xemilandin. Loma jî şerhên wê dê rêya lêkolîner û xwendekarên serdema me ronî bikin. Lê şerhên li ser Dîwanê hatine nivîsîn çiqas giranbiha bin jî ji nêrîn/têgeheştina îro ya modern gelek dûr in. Di vê çarçoveyê de niyeta vê xebatê ew e ku bi rêbazeke zanistî Melayê Cizîrî tesîra wî û şerhên li ser Dîwana wî hatine nivîsîn bidete nasîn. Bi vî awayî dê bête dîtin ka li ser fêmkirina Dîwanê heta îro lîteratureke çawa hatiye. Di vê xebatê de li dor nerîta şi'ra klasîk çend xezelên bijartî hatine şerhkirin. Bi vê yekê dê xwendevan bibîne ka modeleke çawa li ser şerhê hatiye pêşniyarkirin. Herwisa bi vê berhemê awayê xwendin û fêmkirina şi'ra klasîk jî dê çêtir bête dîtin.
ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:160
  • Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
  • Ebat:13,5 x 24
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
  • ISBN-13:9786059413527
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
SATIŞ FİYATI : 73,70 TL
ÜRÜN TÜKENDİ
"AYHAN TEK" - DİĞER ÜRÜNLER
Alış-verişlerinizde kredi kartı haricinde banka havalesi, posta çeki havalesi ya da kapıda ödeme seçenekleriyle ödeme yapabilirsiniz.
Ayrıntılı bilgi için Yardım sayfasına bakabilirsiniz.
Taksit anlaşmamız bulunan kredi kartları
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Bize Ulaşın  |        
Alemdar Mahallesi, Biçkiyurdu Sokak, No: 1/2 / Fatih / İstanbul / Türkiye   Telefon : 0 (212) 522 31 52   Faks : 0 (212) 522 31 54  
E-Posta : destek@kitapstore.com
© 2024 KitapStore.com Tüm Hakları Saklıdır