Teşeyen Nezme - Di Edebiyata Kurdi De
Teşeyen Nezme - Di Edebiyata Kurdi De
3 İŞ GÜNÜ
İÇİNDE KARGOYA TESLİM
Wek şaxek ji hunerên bedew metnên menzûm ên edebiyata Kurdî ya klasîk ji aliyê estetîka derekî û navekî ve dibin qada lêkolînên zanistî. Di metnên klasîk de estetîk û huner herî zêde di ruxsara metnê û aliyê wê yê derekî de xwe dide der. Bêguman di edebiyata klasîk de tema û mijar ku hêmanên bingehîn ên naverokê ne girîng in lêbelê xweseriya vê edebiyatê herî zêde di estetîk û hunerê de ye. Ji ber vê taybetiyê ye ku di metnên klasîk de wate her dem digel forma xwe tê parastin lêbelê di metnên dî de gelek caran form têk diçe û tenê wate dimîne. Di teşe rîtm belaxet û şêwaza metnên Kurdî yên klasîk de ku kêm zêde beramberî poetîk retorîk û stîlîstîka Rojavayî tên estetîk û hunereke bilind heye.
Teşeyên nezmê ku mijara vê xebatê ne hêmaneke girîng a estetîk huner û zanista edebiyata klasîk e. Teşeyên nezmê bi kurtî wek estetîka ruxsarî/dîtbarî ku xîtabî çav û dîtinê dike û li ser aliyên hendesî şematîk sîmetrîk û topografîk ên nezmê radiweste dikare bê pênasekirin. Van dîmenên curbicur di edebiyata klasîk  de estetîka helbestê ya derekî gelekî bi hêz kirine û teşeyên curbicur encam dane.
Teşeyên nezmê yên ku di edebiyata Kurdî ya klasîk de hatine bikaranîn bi giştî qesîde xezel qit'e mesnewî muselles murebbe' muxemmes museddes musebbe' musemmen mutesse' mu'eşşer terbî' texmîs tesdîs teştîr tesmît mustezad terkîbbend tercî'bend rubaî dubeytî ferd û azade ne. Di vê xebatê de ev teşe bi awayekî sîstematîk hatine kategorîzekirin û pênase û taybetiyên wan tarîxa wan a giştî di edebiyata Îslamî de derketina wan di tarîxa edebiyata Kurdî ya klasîk de geşedana wan a kronolojîk nûnerên wan yekeyên wan ên nezmê termînolojiya beytên wan serwa û kêşa wan qeware û topografiya wan şêweyên wan ji aliyê hunerên bedî'î ve cureyên wan ji aliyê naverokî ve cihê wan di dîwanan de bikaranîna wan a xwecihî/Kurdî di Kurdiya Goranî de bi qasî pêdiviyê bûne qada vekolînê.
ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:638
  • Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
  • Ebat:16 x 23
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
  • ISBN-13:9786059413480
ÜRÜN KATEGORİLERİ
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
Alış-verişlerinizde kredi kartı haricinde banka havalesi, posta çeki havalesi ya da kapıda ödeme seçenekleriyle ödeme yapabilirsiniz.
Ayrıntılı bilgi için Yardım sayfasına bakabilirsiniz.
Taksit anlaşmamız bulunan kredi kartları
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Bize Ulaşın  |        
Alemdar Mahallesi, Biçkiyurdu Sokak, No: 1/2 / Fatih / İstanbul / Türkiye   Telefon : 0 (212) 522 31 52   Faks : 0 (212) 522 31 54  
E-Posta : destek@kitapstore.com
© 2024 KitapStore.com Tüm Hakları Saklıdır