3 İŞ GÜNÜ
İÇİNDE KARGOYA TESLİM
Bihar bi xweşî û şahî ve hatibû. Pêz û dewêr êdî kêf dikir. Her der nû ve şîn û hêşin dibû. Dar û daristanên ku di bin quntera çîyan û deştan da hebûn hemûyan êdî bişkuyên xwe vekiribûn. Li ser çîyan hêj berfa sipî dihat xuyakirin. Hewa jî gelek xweş bayekî hênik li tev bîhna gul sosin û çîçegan dihat ber pozê mirov sewra mirov bêtir fereh û xweş dikir. Lewra zivistana sar û serma êdî paşve mabû her der şînayî xweza û tevahîya wê herêmê bi gul çîçeg mexik û bi hezaran kulîlkên rengîn ve hatibûn xemilandin mirov qîm nedikir ku li wê herêma xweşik wekî bihişt binêre û di nav wan bîhnên xweşik da derkeve an jî dûrkeve. Li alîkî ew dîmen û pêşdarî û bîhnên xweşik di alîya dî da jî dengê teyr û tûran û ho-ho a cotkaran dengê şivanan kalandina berx û karan kêfa Ap Memed dianî. Wî gayên xwe dabû sekinandin
ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
- Basım Yılı:2020
- Sayfa Sayısı:344
- Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
- Ebat:13,5 x 19,5
- Dil:Kürtçe
- Cilt Durumu:Karton Kapak
- ISBN-13:9786058028036