Dîroka Erdelanê
Dîroka Erdelanê
3 İŞ GÜNÜ
İÇİNDE KARGOYA TESLİM
Mestûreya Kurdistanî (Mah Şeref Xanim Erdelanî)
&
Hoz Tîre û Tayfeyên Kurd li Kurdistana Erdelanê
Kurmanciya wê: Ziya Avci

"Dîroka Erdelanê" ya Mestûreya Kurdistanî (Mah Şeref Xanim Erdelanî) ligel "Hoz Tîre û Tayfeyên Kurd li Kurdistana Erdelanê" derket.

Ev berhem ji du berhemên ku bi eslê xwe farisî bûne ji farisî hatiye wergerandin ser kurdiya soranî û Ziya Avcı jî ew kirine kurmancî. Dokumenta yekê ku dibe esasê materyalê vê kitêbê xebata Mah Şeref Xanima Erdelanî (Mestûre Xanim) ye ku navê wê Dîroka Erdelanê ye. Ew ji aliyê Nasir Xanê Azadpûr ve bi farisî hatiye amadekirin û weşandin. Hejar Mukriyanî xebat wergerandiye ser Kurdiya Soranî. Lê ew bi xebata Mah Şeref Xanimê tenê nemaye hin xebatên li ser Mîrektiya Erdelanê yên jî kiriye nav vê xebatê.
Dokumena din jî raporeke bi zimanê farisî ye ku hemî eşîrên Mîrekiya Erdelanê yek bi yek dide nasîn. Nivîskarê raporê ne diyar e lê îhtîmaleka mezin ew ji bal pispor-karmendekî Îrana dewra şahîtiyê ji bo agahîdana navenda desthilatê hatiye nivîsîn. Ev rapor ji nav arşîva Celadet Alî Bedirxan derketiye.
Mestûreya Kurdistanî (Mah Şeref Xanim Erdelanî) dibêje: "Ez a bêqîmet û hejar ya navê wê Mestûre -ku ez keça Ewlesen Begê û neviya Xwedê jê razî Heme Axayê Kurdistanî me- ji ber ku bavê min gelek hez ji xwendinê dikir û ez jî keça wî ya yekê bûm gelek hez ji min kir ez dam xwendinê. Min gelek xwe dabû kitêban hemî awe kitêb dixwendin di nav wan de min gelek ji dîrokê hez dikir. Heta rojekê min nivîsek dît ku behsa Kurdistanê dikir. Her çend fireh jî bû lê hêj kil û kêmasiyên wê mabûn. Ket serê min ez jî tiştekî têxim ser wê zincîreya serpêhatiya Erdelanê bi taybetî ku ez nanxwera wan im û şanaziyê bi bextê xwe dikim ku ez niha bi temamî xizma wan im. Ji bo vî karî min li gelek kitêban nêrî ji kalemêran gelek pirs kirin û ev dîrok jê çêkir. Ricaya min ji xwendevanan ew e nifrîn li bîra min nekin."
ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:240
  • Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
  • Ebat:13,5 x 21
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
  • ISBN-13:9786052246894
ÜRÜN KATEGORİLERİ
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
Alış-verişlerinizde kredi kartı haricinde banka havalesi, posta çeki havalesi ya da kapıda ödeme seçenekleriyle ödeme yapabilirsiniz.
Ayrıntılı bilgi için Yardım sayfasına bakabilirsiniz.
Taksit anlaşmamız bulunan kredi kartları
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Bize Ulaşın  |        
Alemdar Mahallesi, Biçkiyurdu Sokak, No: 1/2 / Fatih / İstanbul / Türkiye   Telefon : 0 (212) 522 31 52   Faks : 0 (212) 522 31 54  
E-Posta : destek@kitapstore.com
© 2024 KitapStore.com Tüm Hakları Saklıdır