Destê Min Li Destê Te Digere
Destê Min Li Destê Te Digere
3 İŞ GÜNÜ
İÇİNDE KARGOYA TESLİM
Berhevoka şi'rên Mehmet Tanrıkulu ku bi navê Mem Ronga tê naskirin "Destê min li destê te digere" derket.
Berken Bereh li ser Mehmet Tanrıkulu (Mem Ronga) û helbesta wî dibêje:
"Mehmet Tanrıkulu (Mem Ronga) yek ji wan nivîskaran e ku bi tevayî van xisletan di berhemên xwe de bi hostayî bi cih kiriye. Wî berê robarê helbesta kurdî -ku xwêrnexwaz û dagirkerên vê xakê bendavek li berê ava kiribûn- ji nû ve da wân newal û geliyên bi şehwet li benda wê bûn. Mem Ronga di têkoşîn û hewldana xwe de yek carê bi tenê jî xwe nesipart popularîteyê û vegotineke erzan. Wek derwêşekî bi efsûn da dû raz û mîrateya belaxeta zimanê bavûkalan.
Mem Ronga di avakirina helbesta xwe de bi azadî tevgeriya. Bi her helbesteke xwe resenî û xweseriya xwe şanî me da. Her bi surprîzekê li deriyê helbesta kurdî xist. Ziman duruv teşe û vegotin di helbesta Mem Ronga de wek notayên stranekê bi harmonî di têkiliyê de ne. Ji ber hindê di dawiya helbestê de peyam wek stêrkekê diçirûse di hiş û giyanê mirov de. Bextewarî û dilşadî bi hêminî di bedena mirov de dikeve livbaziyê.
Mem Ronga bi helbestên xwe ew mêzîna xerabbûyî ya hevahengiya di navbera insan xweza û civatê de li qelem da û hêviya me ya ji bo dahatûyeke adil û dirust gur kir. Sekn û helwesta wî ya li hember bêesilkirina nirxên mirovahiyê ya stemkaran bilindragirtina heysiyeta insanî û "bîra me ya nîvxilmaşî" li hin reng û deng û nexşên ku îdî wek stêrkeka dûr diîsin diwarqilîne."
ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:96
  • Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
  • Ebat:13,5 x 21,5
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
  • ISBN-13:9786052246788
ÜRÜN KATEGORİLERİ
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
Alış-verişlerinizde kredi kartı haricinde banka havalesi, posta çeki havalesi ya da kapıda ödeme seçenekleriyle ödeme yapabilirsiniz.
Ayrıntılı bilgi için Yardım sayfasına bakabilirsiniz.
Taksit anlaşmamız bulunan kredi kartları
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Bize Ulaşın  |        
Alemdar Mahallesi, Biçkiyurdu Sokak, No: 1/2 / Fatih / İstanbul / Türkiye   Telefon : 0 (212) 522 31 52   Faks : 0 (212) 522 31 54  
E-Posta : destek@kitapstore.com
© 2024 KitapStore.com Tüm Hakları Saklıdır