Polifonik
4 İŞ GÜNÜ
İÇİNDE KARGOYA TESLİM
POLÎFONÎK Ji Stranên Kurdî Yên Gelêrî -I- 
Mûzîka gelerî; ew celebê muzîka zindî ye ku li derveyî çanda bajarvaniyê hatiye hilberandin ji nifşekî derbasî nifşekî bûyî û ji hêla gel ve hatî qebûl kirin e. Hewldanên Kurdan a ku hema hema sed sal in xwe bi jiyana bajarvaniyê ve digirin û bi tevahî ji jiyana gundan qut nebûyîn hem ji hêla cihêrengiya tonî ve hem jî ji hêla mijarî ve arşîvek dewlemend a muzîka gel pêk aniye. Çîrokbêjî ku yek ji wan taybetmendiyên herî girîng ên wêjeya devkî ya Kurdî ye ya herî girîng jî têkelbûna çîrokên bi awazên hestyarî ve têne gotin carinan xemgînî êş û kederê carinan jî şahiyê dilxweşî û evînê ji me re radigihîne. Ev veguheztin tenê ji yek dengê ku di bin ronahiya melodiyên dewlemend de teşe girtiye tê pêkanîn. Muzîka Kurdî monofonîk e. Hejmara pêkhêneran yek be jî hezar be jî tenê yek melodî tê bihîstin. Ev avaniya otantîk a muzîka Kurdî ye. Pirtûka yekem a rêzê POLÎFONÎK-Ji Stranên Kurdî Yên Gelêrî  I' stranên gelêrî yên Kurdî ku wek monofonîk têne gotin ji bo koroyê wek polîfonîk hatiye amade kirin ku bi vî rengî muzîka Kurdî ya kevneşopî veguherandiye forma muzîka gerdûnî ya rojavayî armanc dike ku bibe alîkar ji bo sazkirina muzîka Kurdî di qada navneteweyî de.

Rohat CEBE di 1978an de li Amedê ji dayik bû. Piştî ku dibistana navîn a Hunerên Bedew ên Anatolyayê ya Diyarbekirê bi pileya yekem xelas kir di sala 1996an de wek bi bûrsa tevahî di beşa Teorı̂k/Kompozîyon a Fakulteya Muzîk û Hunerên Dikê ya Zanîngeha Bilkentê de hate qebûl kirin. Piştî ku di sala 2002an de bi wergirtina rûmeta bilind ve mezûn bû bi şûnde di encama ezmûnên ku li Almanyayê beşdar kirî de di beşa Akademiya Mûzikê e ya Detmold ya "Hoch Schule Für Musik Dermold" ê de wek xwendekarê bestekarê Alman Prof. Dr. Martin Christop Redel hate qebûl kirin. Piştî perwerdehiya du salan dubare vedigere Zanîngeha Bilkentê xebatên xwe yên Master û Besayî di Hunerê de qedand. Cebe di Zanîngeha Bilkentê Fakulteya Muzîk û Hunerên Pêşandanê ya Yekeya Perwerdehiya Destpêka Muzı̂kê Konservatuara Dewletê ya Zanîngeha Başkentê û Konservatuara Dewletê ya Zanîngeha Dicleyê de perwerdekarî kir. Niha jî li Zanın̂geha Batmanê Fakulteya Hunerên Bedew di Beşa Muzîkê de dixebite û her wiha wek Doç. Dr. seroktiya Beşa mûzîkolojiyê jî bi rêve dibe. Berhemên wî bi giranî li welatê me li Almanya Avusturya Azerbaycan Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Kanadayê têne jenandin. Herweha Yekemîn Pirtûka Cebe a bi navê 'Ezidilik Ezidi Müziği ve İlahileri' di 2014an de ji weşanên Na'yê derket.
ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:82
  • Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
  • Ebat:21 x 30
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
  • ISBN-13:9786257085090
ÜRÜN KATEGORİLERİ
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
"NA YAYINLARI" - DİĞER ÜRÜNLER
Alış-verişlerinizde kredi kartı haricinde banka havalesi, posta çeki havalesi ya da kapıda ödeme seçenekleriyle ödeme yapabilirsiniz.
Ayrıntılı bilgi için Yardım sayfasına bakabilirsiniz.
Taksit anlaşmamız bulunan kredi kartları
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Bize Ulaşın  |        
Alemdar Mahallesi, Biçkiyurdu Sokak, No: 1/2 / Fatih / İstanbul / Türkiye   Telefon : 0 (212) 522 31 52   Faks : 0 (212) 522 31 54  
E-Posta : destek@kitapstore.com
© 2024 KitapStore.com Tüm Hakları Saklıdır