Dewleta Cihûyan
3 İŞ GÜNÜ
İÇİNDE KARGOYA TESLİM
"Paşê ji nişka ve bager rabû. Ewr belav bûn. Birûsk veda. Ronahiyê da ser wî. Di heman demê de di bin hezar bandoran de mabû -tesewireke dewasa. Nikaribû bifikire; nikaribû tevbigere; tenê dikaribû binivîse; bêhnçikiyayî bêyî ku li ser bifikire bi xwe nikaribû an nikaribû behreya xwe ya rexnekirinê biemilîne ku rê li ber teqînê negre li ser parçeyên kaxizê dinivîsand -dema dimeşiya dema li ser piyan bû xwedirêjkirî li kolanê li ser maseyê bi şev- mîna ku bênavber emir jê re were. Ew çemê fikrên wî ewqas bi hêrs ji wî derdiket ku tirsiya hişê xwe winda bike. Ew li ser wê fikrê nedixebitî. Fikir li ser wî dixebitî. Ji serî heta dawî bi sedeman nehatiba ravekirin wê bibûya halisulasyon."
Alex Bein

Herzl Dewleta Cihûyan bi kelegermiyeke bêhizûr nivîsand. Sernava efsûnî ne tenê bi awayekî berfireh bala rewşenbîrên wê rojê kişand kir ku cihû ji getoyên xwe derkevin û li ser rabirdû û qedera xwe bifikirin. Bi wan da hîskirin dinyayek heye dibe ku wê ji bo doza xwe ku heta niha ji biyaniyan re qal nedikirin bi aliyê xwe ve bikşînin. Bi saya Herzl cihû hîn bûn ji encamên tevgereke navneteweyî netirsin di daxwazkirina azadiya xwe ya neteweyî de. Piştî vê bi rihetî qala Kongreya Siyonîst fonên neteweyî dibistanên neteweyî al û sirûdeke neteweyî û xilaskirina axa xwe kirin. Rûhê wan hat rizgarkirin û di warê fikrî de êdî di getoyan de nejiyan. Herzl ew fêr kirin ku xwe di quncikan de veneşêrin. Di Kongreya Yekemîn de got "Tiştekî em bi dizî bi midaxeleyên veşartî an rêbazên neyekser bikin tuneye. Em dixwazin meseleyê deynin holê û têxin bin kontrola raya giştî ya azad." Ji niha şûn de cihû wê hokerên çalak bûna di doza xwe de û ger bixwazin tişta jê re digotin Dewleta Cihûyan wê êdî ne xewn lê realîte bûya.
ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:152
  • Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
  • Ebat:13,5 x 19,5
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
  • ISBN-13:9786257253154
KATKIDA BULUNANLAR
ÜRÜN KATEGORİLERİ
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
"AVESTA BASIN YAYIN" - DİĞER ÜRÜNLER
Alış-verişlerinizde kredi kartı haricinde banka havalesi, posta çeki havalesi ya da kapıda ödeme seçenekleriyle ödeme yapabilirsiniz.
Ayrıntılı bilgi için Yardım sayfasına bakabilirsiniz.
Taksit anlaşmamız bulunan kredi kartları
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Bize Ulaşın  |        
Alemdar Mahallesi, Biçkiyurdu Sokak, No: 1/2 / Fatih / İstanbul / Türkiye   Telefon : 0 (212) 522 31 52   Faks : 0 (212) 522 31 54  
E-Posta : destek@kitapstore.com
© 2024 KitapStore.com Tüm Hakları Saklıdır