Sûr û Toledo
4 İŞ GÜNÜ
İÇİNDE KARGOYA TESLİM
Pirtûka helbestan a helbestvan Zerdeşt Cemal derçû. Pirtûka bi navê "Sûr û Toledo" ji aliye Gula Almastê ji Tirkî hatiye wergerandin.Pirtûka ku bi ebata piçûk (11x155) hatiye çapkirin ji 48 rûpelan pêk tê. "Sûr û Toledo"nehemîn pirtûka Zerdeşt Cemal e. Biranîn(êş)ên Şaêr di gere wi ya Toledoya de jî dev jê bernadin û dibin sedem ku ev helbest derbikeve. Em dikarin bivêjin ku qesasên jiyana emrê me Di kuncikên Destana Sûr û Toledo de Veşartîne...Ne tenê qesas herwiha lehengên weka Serbazê mirinê Ahmo jî wek hêmayake berxwedanê derdikevin pêşberî me. Şaêr bi berhevkirina Tajo û Dijleyê hem ji aliye dîrokî ve hem ji ji aliye rewşa heyî dide berhev.
...Toledo
Te xwe spartîye milên fetlokî ên Tajo
Bi xwe ewle
Destbirakê Dîjle Tajo!
Tu diherikî bi lez
Weke tu dixwazî xwe bigihîne destbirakê xwe
Û dest bide destbirakê xwe
Dîjle...
Tajo
Li qiraxên te pornixî ne
Di cemeda dîrokê de
Şowalyên te
Tevî xelatê Madalyonên qehremanîyê
Bûne sîmbol di nava pêlên te de...
Sûr û Toldeya Zerdeşt Cemal hem gazinc e hem jî hawar e ku dinuqutîne bi ser çemê Tajo de; bo biherike xwe bigîhîne hawara Dijleyê.
...Îro
Hestiyên zarokên destbirakê te Dîjle...
Di qedera qonteynirên gemarê de rêwî ne
Di bêkesîya xwe de dixurrimin
Di bihara 'emrê xwe'y ciwan de...
Nav û dengê te bilind dibe li kolanên Sûrê
Xendek li 'emre min tên kolan
Li kuçekorên kevirî
Xweşikîya te weke ronahîya rojê
Misebiba qetla min e
Zarokên min dimirin
Siberojên sêwî ava dibin bi navê te
Toledo
Ev şi'êr rexnekirina şer e hesab pirsîna ji qederê û vexwendnameya aştiyê;
...Wêrekîya min zarokên min e
Di cengê de bêserûber
Nihirîna min hilnayê di tu zimanî de
Bêmecal dimînin zarokên min
Gava bi Dîwarê Kîmyasalê'v radipelikin
ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:48
  • Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
  • Ebat:11,5 x 15,5
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
  • ISBN-13:9786257085229
ÜRÜN KATEGORİLERİ
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
"NA YAYINLARI" - DİĞER ÜRÜNLER
Alış-verişlerinizde kredi kartı haricinde banka havalesi, posta çeki havalesi ya da kapıda ödeme seçenekleriyle ödeme yapabilirsiniz.
Ayrıntılı bilgi için Yardım sayfasına bakabilirsiniz.
Taksit anlaşmamız bulunan kredi kartları
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Bize Ulaşın  |        
Alemdar Mahallesi, Biçkiyurdu Sokak, No: 1/2 / Fatih / İstanbul / Türkiye   Telefon : 0 (212) 522 31 52   Faks : 0 (212) 522 31 54  
E-Posta : destek@kitapstore.com
© 2024 KitapStore.com Tüm Hakları Saklıdır