Abdurehman Nacim
Abdurehman Nacim
Edip, Şair, Perwerdekar, Higugnas
3 İŞ GÜNÜ
İÇİNDE KARGOYA TESLİM

Abdurehman Nacîm di sala 1833-34an de li qezaya Şehrezor a girêdayî bajarê Silêmanîyê ji dayik bûye. Navê bavê wî Mihemed Beg e ji mîrekên Silêmanîyê û kesayetîyeke navdar ê wê deverê bû. Abdurehman Nacîm bi leqeba xwe ya Mewlanbegzade jî tête nasîn. Wî tehsîl û xwendina xwe di medreseyên Silêmanîye û Bexdayê de îkmal kirîye herweha perwerdeyîya hiqûqê dîtîye û di tesewufê de jî bi girêdayî terîqeta Neqşebendî bû. Ew di dawîya salên 1850î de tê Stenbolê û dibe yek ji danerê sîstema kutibxaneyên Stenbolê.

Abdurehman Nacîm bi nasnameya xwe ya nivîskarî perwerdekarî huqûqzanî edîbî û şairî tête nasîn û herweha nivîskarekî pirrziman bû. Di mudetê jîyaneke kurt de gelek pirtûk û li ser babetên cûr bi cûr meqaleyên balkêş dîyarîyê me kirine. Ew bavê rojnamevan û sîyasetmedarê navdar Mewlanzade Rifat e.

Wî hem di seha îlmîye û hem jî di seha mulkîyeyê de kar kirîye. Piştî ku derbasî mulkiyeyê dibe bajarên wekî Diyarbekir û Xarpêt jî di nav de bi wezîfeyên fermî li gelek deveran xebitîye. Dema ku ew li Diyarbekir reîsê daîreya Mehkemeyên Îstinafê bû Konsolosê Brîtanya Mr. Trotter li ser rewşa wê demê ya Kurdistanê raport û daxuyanîyek belav dike û di naverokê de: Kurdan bi cehalet û hovîtîyê dide nasandin û herweha dibêje; qewmê kurd ji maarîfetê [îlim-kultur] mehrum e.

Abdurehman Nacîm ji bajarê Diyarbekirê ve bersiveke berfireh û dirêj dide Konsolos û dibêje: "Ew meqaleya ku ji alîyê Konsolosê îngiliz ve hatîye nivîsandin û di rojnameyan de hatîye neşirkirin; dûrê halkirina heqîqetê ye û ne li gor arzûyan e. Li ser vê babetê tehqîqatên Konsolosê navborî sivik û bê bingeh in. Ji ber vê yekê divê ew piştî van agahdarîyên berfireh xeletîya xwe sererast bike û qethen ji me jî aciz nebe."

Abdurehman Nacîm li ser babetên cihê cihê nivisîye û xasleten bi nivîsên xwe yên li ser edebîyatê ronahîyeke girîng daye dîroka edebîyatê. Hezar mixabin ku ew kanîya zanînê zû çikiyaye ew "23yê Hezîrana 1895ê di 62 salîya xwe de li bajarê Elezîzê çûye ber dilovanîya xwe."

ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:160
  • Kağıt Türü:2. Hm. Kağıt
  • Ebat:13,5 x 21,5
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
  • ISBN-13:9786058549173
ÜRÜN KATEGORİLERİ
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
Alış-verişlerinizde kredi kartı haricinde banka havalesi, posta çeki havalesi ya da kapıda ödeme seçenekleriyle ödeme yapabilirsiniz.
Ayrıntılı bilgi için Yardım sayfasına bakabilirsiniz.
Taksit anlaşmamız bulunan kredi kartları
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Bize Ulaşın  |        
Alemdar Mahallesi, Biçkiyurdu Sokak, No: 1/2 / Fatih / İstanbul / Türkiye   Telefon : 0 (212) 522 31 52   Faks : 0 (212) 522 31 54  
E-Posta : destek@kitapstore.com
© 2024 KitapStore.com Tüm Hakları Saklıdır