Kurden Azırbecane
Kurden Azırbecane
3 İŞ GÜNÜ
İÇİNDE KARGOYA TESLİM

Pirtûkeke balkêş û belgeyeke dîrokî. Ev pirtûk ji nûsafa lijneya lêkolînê ya ku di sala 1931'an de hatiye peywirdarkirin pêk tê. A. Bukşpan bi xwe serokê vê komîsyonê bûye. Nûsaf piştî ku hatiye temamkirin di sala 1932'yan de wek pirtûk hatiye çapkirin. Nivîskarê pirtûkê di pêşgotina xwe de der heqê pêvajoya xebata lijneyê de agahî daye. Yek ji endamên lijneyê jî Îsahak Morogûlov e ku kesên têkildarî xebatên zimanê kurdî wî û keda wî baş nas dikin.

Profesor Şekroyê Xudo jî ji bo vê pirtûkê pêşgotinek nivîsîye. Di vê pêşgotinê de jî tiştên ku di pirtûkê de nehatine gotin û pêvajoya piştî çapkirina pirtûkê hatine vegotin ku ev jî pirtûkê ji alîyekî din ve temam dike û dike ku xwîner pirtûkê û xebata ku jê re bûye bingeh baştir têbigihîje

Der heqê Kurdên Kafkasyayê de gelek lêkolîn hatine kirin tên kirin û gelek agahî jî hîna nû dertên holê. Bêguman rewşa kurdên Kafkasyayê li her welatî (komarên berê) cuda ye. Der heqê hinekan de gelek agahî hene û der heqê hinekan de jî zêdetir gotegot. Ev berhem ne li gor gotegotan lê rasterast li ser bingeha çavdêrî û xebateke qadê ya şênber hatiye amadekirin. Ev yek jî girîngîya berhemê zêde dike.

Di pirtûkê de rewşa Kurdên Azirbêcanê ji gelek alîyan ve hatiye nirxandin û agahî hatine dayîn. Kurdên Azirbêcanê kî ne ji ku hatine li ku dimînin bi çi karî re mijûl dibin têkilîyên wan ên bi derdora wan re û gelek agahîyên din hûn ê di vê pirtûkê de bibînin. Em bawer in dê bi xwendina vê pirtûkê wêneyekî nû yê Kurdên azirbêcanê û Kurdên Kafkasyayê di hişê we de pêk bê.

Alîyekî vê pirtûkê yê balkêş jî ew e ku tenê qala kurdan nake di heman demê de der barê nêrîn û polîtîkayên Sovyetê yên giştî û yên komaran de jî agahîyan dide. Mirov bi hêsanî dikare nêrîn û nêzîkahîyên wan ên li bûyerên serdemê jî fam bike. Pirtûk bi rûpelên xwe hindik e lê kêmasîyeke girîng ji holê radike û valahîyekê dadigire.

ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:119
  • Kağıt Türü:2. Hm. Kağıt
  • Ebat:13 x 19,5
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
  • ISBN-13:9786058140820
KATKIDA BULUNANLAR
ÜRÜN KATEGORİLERİ
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
"A. B. BUKŞPAN" - DİĞER ÜRÜNLER
Alış-verişlerinizde kredi kartı haricinde banka havalesi, posta çeki havalesi ya da kapıda ödeme seçenekleriyle ödeme yapabilirsiniz.
Ayrıntılı bilgi için Yardım sayfasına bakabilirsiniz.
Taksit anlaşmamız bulunan kredi kartları
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Bize Ulaşın  |        
Alemdar Mahallesi, Biçkiyurdu Sokak, No: 1/2 / Fatih / İstanbul / Türkiye   Telefon : 0 (212) 522 31 52   Faks : 0 (212) 522 31 54  
E-Posta : destek@kitapstore.com
© 2024 KitapStore.com Tüm Hakları Saklıdır