Koloniya Tawane
3 İŞ GÜNÜ
İÇİNDE KARGOYA TESLİM

Franz Kafkayê jîyanê (bûnewerîyê) weke şerekî têkçûyî dihesibîne û di nava seqayeke resen a aydî xwe de mirov(ekî) vediguherîne kêzikekê û mohra xwe li binyata wêjeya cîhanê dixe di çîrokên xwe yên çeşn kurteçîrok de çeqelan diaxivîne û kuştina çeqelan a ji teref mirovên Ereb bi vegotina çîroka Çeqel û Ereb weke sîleyekê li ser çavên mirov dixe. Meymûnekî ku bi destê mirovan hatiye birîndarkirin û li ser lasayîkirina tevgerên mirovan çawa veguherîye mirovan bi nivîsandina Ji Akademîyê Re Raporek weke bangewazîyekê guhan kerr dike. Meymûn di raporê de derseke baş dide mirovên Ewropî: "Min jî ev kir. Min da avê. Tu rêya din li ber min tunebû helbet bi qebûla ku azadî ne vebijarkek e." Û meymûn rastîyeke dîtir bi mirovan dide fêhmkirin: "Gava ez li pêşveçûna xwe û armancên xwe dinêrim ne lomedar im ne jî pê kêfxweş im. Destên min di bêrîkên şalê min de şûşeya şerabê li ser maseyê ez nîvpaldayî nîv li ser rûnişteka hêlanok rûniştî di pencereyê re li derve mêze dikim. Mêvan tên ez li gorî ku bi wan rewa ye xêrhatinê li wan dikim. Organîzatorê min li odeya pêşîn rûdine gava ez bang lê dikim ew tê û guh dide ser tiştên ez jê re dibêjim. Bi êvaran tim xwepêşandan hene û xwepêşandina min çetin e ku ji vê çêtir jî be. Kengî ez ji zîyafetan ji sazûmanên zanistî ji civînên kêfê dereng tême mal şempanzeyeke nîvperwerdekirî li benda min dipê û ez bi awayê ku meymûn kêfa xwe bi hev tînin kêfa xwe bi wê tînim. Bi roj ez naxwazim wê bibînim; di awirên wê de dînîtîya ku li heywanên bi perwerdekirinê re hişbelavbûyî hene; ez tenê van dîbînim û ez nikarim lê sebatê bikim."

Kafka bi çîrokên Kolonîya Tawanê di nava cîhaneke bi hêmayan xemilandî de xwîner vedixwîne bizaveke xwendinê ya di nava gêjgerînekan de ku ji bo têgihîştina wê cîhanê kedxwendineke zehmet pêwîst e.
Kolonîya Tawanê bi wergera Fatîh Aydin êdî milkê Kurdî ye

ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:261
  • Kağıt Türü:2. Hm. Kağıt
  • Ebat:13,5 x 21
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
  • ISBN-13:9786059295291
KATKIDA BULUNANLAR
ÜRÜN KATEGORİLERİ
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
"FRANZ KAFKA" - DİĞER ÜRÜNLER
Alış-verişlerinizde kredi kartı haricinde banka havalesi, posta çeki havalesi ya da kapıda ödeme seçenekleriyle ödeme yapabilirsiniz.
Ayrıntılı bilgi için Yardım sayfasına bakabilirsiniz.
Taksit anlaşmamız bulunan kredi kartları
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Bize Ulaşın  |        
Alemdar Mahallesi, Biçkiyurdu Sokak, No: 1/2 / Fatih / İstanbul / Türkiye   Telefon : 0 (212) 522 31 52   Faks : 0 (212) 522 31 54  
E-Posta : destek@kitapstore.com
© 2024 KitapStore.com Tüm Hakları Saklıdır