Antolojiya Edebiyata Kurdî 1
Heke meriv rewşa zimanê kurdî ya sedsala bîstemîn bîne ber çavan; hingê meriv dibîne û têdigihe ku pêrgî gelekî astengî qedexe û zordariyê hatiye tevî vê yekê jî meriv lê dinihêre ku nivîskar û şahîrên kurdî di her şert û mercî de bêrawest di nava geremol û dijwarî; di bin gef û tehdîdên hewçend giran yên serdestan de her berhem afiandine û her weha nîşan dane ku zimanê kurdî bi qîma xwe tê û ew ne kêmî zimanên cîran û biyanan e.
Uzun di destpêka sirgûniya xwe de wextê ku yek ji gerînendeyên kovara Kurdistan Pressê ye hewcedarî bi lihevkomkirina nivîskarên kurd yên her parçeyî û bi danasîna wan berhem û xebatên wan yên edebî aniye û dest bi xebatê kiriye. Her ku çûye ev xebata danasînê qulipiye ser fikreke kûr û qehîmtir. Piştî tevlibûna xebata çend salên din ev antolojî hatiye pê. Ev xebata dûr û dirêj di tarîxa nêz ya Edebiyata Kurdî de gav û tevgereke gelekî berbiçavtirîn e ji bo ziman û edebiyateke kevnare dikare bibe hereketeke gelekî nû û nûjen.
Antolojiya Edebiyata Kurdî ne bi tenê berhemên nivîskar û şahîrên kurd dide nasîn her weha ew bi her awayî pirekê di navbera nivîskar şahîr û xwendeyên kurd de ava dike û wan her nêzîkê hevûdu dike.
ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
- Basım Yılı:2021
- Sayfa Sayısı:415
- Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
- Ebat:13,5 x 21
- Dil:Kürtçe
- Cilt Durumu:Karton Kapak
- ISBN-13:9786257370516