Robin Hood
  • 3 İŞ GÜNÜ
    İÇİNDE KARGODA
  • Sayfa Sayısı
    196
  • Kağıt Türü
    2. Hm. Kağıt
  • Ebat
    14 x 20
  • Dil
    Kürtçe
  • Cilt Durumu
    Karton Kapak
  • ISBN-13
    9789758242283

Heke we karîba ji zengînan bistenda û bidaya feqîran, ma wê kêfa we nehatiba? Ma we jî ne dixwest yên xerab ceza bikira û yên baş biparasta? Gava we dîtiba yên xwedî dewlet, zulm û zorîyê li feqîr û belengazan dikin we yê çi kiriba? Ji bo ku serê we neketiba belayê hûn ê bêdeng bimana ya hûn ê bi wêrekî derketana pêş û we yê alîkariya wan kiriba? Heke hûn jî bibêjin; "Min ê jî wekî Robîn Hood kiriba!" naxwe hûn qet li ser zehmetiyên vê yekê fikirîne? Heke hûn Robîn Hoodek bûna, belkî hûn ê li çol û çiyayan geriyabana, we yê xwe li daristanan veşartiba, hûn ê li derve, ya jî li bin siya darekê, ya jî li şikeftekê, ya jî li bin kendalekî bi hêwa, razabana. Hûn û yên wekî we, hûn ê bibûna yek û we yê diziya wan ên zengîn û zordar kiriba. Ew ên ku bûbûn sebebê jar û perîşaniya we. We yê li welatê xwe li hemberî neheqî û bêdadiyê doz kiriba. Ji bo vê dozê jî wê serê we ketiba belayê; we yê zehmetî kişandiba û we yê nizanîba bê sibê wê serê we li ser kîjan balgîfê bûya? Hûn ê bi tevî hevalên xwe, yên şêr û şên, li hemberî hemû zengînên dilkevir, walîyên xedar, qralên çavsor û keşeyên bêmerhemet, bêetlan û betlan sekinîbana.

Katkıda Bulunanlar
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
 
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
FIRSATLAR
© 2026 KitapStore.com - Tüm Hakları Saklıdır