Çîrokên Semedê Bêhrengî - I
Çîrokên Semedê Bêhrengî - I
Di nivîsên Bêhrengî de;
Di çîroka Masîreşê Biçûk de hîm û nirxên herî sereke; azadî meraq xwesazkirin û serfirazî ne. Mamoste Bêhrengî van hemû hîm û nirxan bi çavê Masîreşa Biçûk nîşan dide û Masîsor dide dû rêça azadîxwaziya Masîreşa Biçûk.
Serboriya Kuliyeke Berfê her çiqas çîrokeke kurt be jî wateya wî ji bo zarokan gelek girîng e. Lewra di vê çîrokê de em dibînin ku kuliyeke berfê ya biçûk jî naxwaze nêzîkê zarokên xirab bibe. Siruşt bixwe jî ji xirabiyê direve...
Xoxek û Hezar Xox hesasiyeta dar û siruştê nîşanê me dide. Armanc û daxwaza mamoste Bêhrengî ev e ku em çiqas hizir nekin jî siruşt candar e û jiyana mirovan li ser vê siruştê bi tesîr e...
Di çîroka Du Pisîkên Li Ser Dîwarê de nivîskar dixwaze bi me bide zanîn ku nakokî û dijberî bikeve nava kes kom an jî rêxistinan her du alî jî têk diçin û zirarê dibînin. Divê ji bo berjewendiyên xwe mirov û rêxistin nakokiyên xwe daînin aliyekî heta ku bigihîjin miradê xwe.
Di çîroka Bîst û Çar Saetên Rojê de hest û jiyana zarok û malbatên xizan dide ber çavan û rengê dinyaya ku zarok di xiyalê xwe de ava kiriye nîşanê xwediyê dilan dide...
Di metna Çîroka Hezkirinê de zarok dikevin nava dunyayeke fantastîk û di vê çîrokê de li hember pozbilindîyê şer dikin û bi ser dikevin. Çîroka Hezkirinê ji aliyên xwe yên fantastîk ve dişibe çîroka me ya navdar Memê Alan...
Mamoste Bêhrengî di Kurikê Pincarfiroş de heman bext û qederan dinirxîne û dixwaze nîşan bide ku mirov dikare bextê xwe yê reş biguherîne.
Telxûn ew çîrok e ku dixwaze nîşan bide bi xwesteka dilan tişt naçin serî û ji bo ku tişt herin serî û mirov bi ser bikevin divê cehd û xebatê bikin...
Belê zarokên delal û mezinên birêz;
Di baweriya min de her çiqas meriv naveroka çîrokan nikare bi kurtasî vebêje ji ber ku xet û sînor ji xeyalên zarokan re tuneye- dîsa jî min xwest bi çend rêzan qala naveroka çîrokên Semedê Bêhrengî bikim. Ya baş û xweş ew e ku hûn bixwe van çîrokan bixwînin û tahma  edebiyatê jê bigirin û hûn bixwe peyamek bo xwe jê derxînin.
ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:136
  • Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
  • Ebat:13,5 x 21
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
KATKIDA BULUNANLAR
ÜRÜN KATEGORİLERİ
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
SATIŞ FİYATI : 90,00 TL
ÜRÜN SATIŞ DIŞI
Alış-verişlerinizde kredi kartı haricinde banka havalesi, posta çeki havalesi ya da kapıda ödeme seçenekleriyle ödeme yapabilirsiniz.
Ayrıntılı bilgi için Yardım sayfasına bakabilirsiniz.
Taksit anlaşmamız bulunan kredi kartları
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Bize Ulaşın  |        
Alemdar Mahallesi, Biçkiyurdu Sokak, No: 1/2 / Fatih / İstanbul / Türkiye   Telefon : 0 (212) 522 31 52   Faks : 0 (212) 522 31 54  
E-Posta : destek@kitapstore.com
© 2024 KitapStore.com Tüm Hakları Saklıdır