Jînevîn
"Di vê romanê da ligel berxwedanê qêrîn û feryada civateke qedîm bilind dibe Komek însanên Zerdeştî û Ezîdî dixwazin hikmê bêdengiya jiyanê bişkênin çerxa felekê perçe bikin ew hest û ramanên hezkirina jiyanê bidin xuyakirin û ji ber ku welatê wan hatiye dagirkirin dixwazin şîverêkekê di binê erdê de ji jiyan û evînên azad re vebikin. Lewma civat weke pepûleyên şevê li şûna ku ji xwe re li çirayekê bigerin neçar in ku bi enerjiya ku ji rojê digrin di tarîtiyê de bikin şewqa ku me jî ronî bike  û bi vê ronkahiyê ve di şîverêka têkoşina xwe de bimeşine."

Gelo karakterên netewan jî heye? Heke mirov vê pirse ji xwe bike bê guman mikurhatinek dîrokîye ji bo pêşerojan.
Çi bawerîya olî yan jî çi berxwedanê netewekê kevneşopîyên gelekî nîşanên taybetmendîyên karakterê wî di qada jîyanê de dîyar e.
Ne îro ne jî duh ji bo kurdan navê roja qîyametê "komkujî" ye bi destê neyarên qewmê çîyayî hîn jî berdewam e.

Bêtîfaqîyê herdem pîşta wan şikandîye nakokî bûye amûra xirabîyê ketîye destê neyaran weke şûrê li ser serê Demokles hîn jî li ser serên wan e.
 Ev berhem belgeyek e pelên dîrokê yên qirêj diçirîne û dibe şîmaqek xwe li rûyê şaristanîyê dixe.
Wekî tê zanîn her dawîya demekê despêkekê bi xwe re tîne şikefteke xalî dibe vejîna pêxemberekî. Ahura Mazda ji çîyayê Elbrûzê heya Şengalê roj wekî taca zêrîn bi rêbertîya Zerdeştê Kal dîyarî gelên Mîtrayî kirîye.
Hîn jî di guhê gelên Êzdî de fermanên Yezdanê dilovan e li Avesta ya pîroz neqişandîye û bi vê zanistîyê ji bo agirê jîyanê herdem vêxistî bimîne Êzîdxanê tim li ser pîya be û çiraya Laleşa Nûranî tim vêxistîbe.
  Nivîskar bi vê berhema xwe; me bi kevneşopîyên civata Êzdî dihisîne jîyaneke bi rûmet û hevpar çawa pêkbîne bi pêşengîya jinê bi bawerkirina rastîya jîyana ekolojîk çawa ji nû ve avadibe li ber çavan raxistîye.
Gula Almastê
ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:302
  • Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
  • Ebat:13,5 x 19,5
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
  • ISBN-13:9786057351982
ÜRÜN KATEGORİLERİ
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
SATIŞ FİYATI : 120,00 TL
ÜRÜN SATIŞ DIŞI
Alış-verişlerinizde kredi kartı haricinde banka havalesi, posta çeki havalesi ya da kapıda ödeme seçenekleriyle ödeme yapabilirsiniz.
Ayrıntılı bilgi için Yardım sayfasına bakabilirsiniz.
Taksit anlaşmamız bulunan kredi kartları
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Bize Ulaşın  |        
Alemdar Mahallesi, Biçkiyurdu Sokak, No: 1/2 / Fatih / İstanbul / Türkiye   Telefon : 0 (212) 522 31 52   Faks : 0 (212) 522 31 54  
E-Posta : destek@kitapstore.com
© 2024 KitapStore.com Tüm Hakları Saklıdır