Çemê Stranan
Çemê Stranan
Gotin, Nota û Çîrokên Stranan
4 İŞ GÜNÜ
İÇİNDE KARGOYA TESLİM
Beriya salan li çiyayên Kurdistanê em komeke heval û hogir li hev civiyabûn. Li dorhêla me zinarên asê li nav sînga zinaran çemek diherikî bi gurmegurma mizgîniya biharê re. Em bi civat bûn li gel hevalan bi derd û kulên welat de ketibûn. Lewma dem di bin barê êş azar û hêviyê de giran giran diherikî. Lê şahiya me jî kêm nedibû. Geh me govend digerand geh awazeke hêviyê serî radikir li çiyayan geh em dibûn helbestek li ber têhna agir li binê taveheyvê. Li berêvareke vî zemanî dema roj diçû ava hew min dengek bihîst ji wî milê newalê. Ji binê dareke berûyê dengê sazekê dihat pê re jî dengekî dilgir û aza tevlî xumxuma çem dibû. Min qesta stranê kir berê xwe da dara berû û meşiyam. Jineke ciwan di hembêza wê de saz distirî. Çi bê hempa bû ew kêlî çend xweş bû. Ma kî dizane belkî lewma stran hene; ji bo demên bêşîrove bên vegotin. Ew deng û awaz ya Bermalê bû xwe dabû ber dara berû û distirî. Min guh da wî dengî û pê re jî dil. Ji wê rojê ve bê navber Bermal strana dilê xwe strana dilê me û strana çiyayiyan distirê. Strana Bermalê bilind e zîz û asê ye her weke çiyayên welat e. Kûr e dengê wê ji binê bîra zeman diqêre gotinên dapîr û bapîran. Gotina wê ristika li gerdena çiyayiyan e bazind li zenda zinariyan e. Rîtma wê zengila dilê şervanan e ji Zagrosan heta Botan û Dêrsimê miriyan ji xewê şiyar dike pakrewanan oxir dike. Çiyayiya me stranên dilê me distirê. Ji yên çûyî ji yên li vir û yên bên berhev dike êş hêvî û azadiyê...

Gülistan Çiya İke
ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:176
  • Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
  • Ebat:16 x 24
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
  • ISBN-13:9786259969817
ÜRÜN KATEGORİLERİ
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
Alış-verişlerinizde kredi kartı haricinde banka havalesi, posta çeki havalesi ya da kapıda ödeme seçenekleriyle ödeme yapabilirsiniz.
Ayrıntılı bilgi için Yardım sayfasına bakabilirsiniz.
Taksit anlaşmamız bulunan kredi kartları
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Bize Ulaşın  |        
Alemdar Mahallesi, Biçkiyurdu Sokak, No: 1/2 / Fatih / İstanbul / Türkiye   Telefon : 0 (212) 522 31 52   Faks : 0 (212) 522 31 54  
E-Posta : destek@kitapstore.com
© 2024 KitapStore.com Tüm Hakları Saklıdır