Karîbarên Gelê Kurd
Karîbarên Gelê Kurd
3 İŞ GÜNÜ
İÇİNDE KARGOYA TESLİM
Endamê Yekîtiya Nivîskarên Azerbaycanê Ahmedê Hepo ev xebata xwe li ser heşt beşên sereke ava kiriye: Di beşa yekem de beyt-serpêhatiya mêrxasê kurd Eliyê Xarziya heye û bi terzê dengbêjan hatiye tomarkirin. Di beşa duyem de çîroka bi navê Dundulçûk heye ku hiinekî dişibihe çîrokek ji Çîrokên Hezar û Yek Şevê. Kilamên mêrxasiyê yên bi navên "Îsmayîl Axa" "Elîko Lawo" "Kekê Nisret" "Tahar" "Kekê Ewlo" "Heydero Lawo" "Elîngo Lawo" û "Hamê Mûsê" di rêza sêyem de cih digirin. Herwiha di beşa kilamên evîntiyê de jî stranên "Kalê û Du Keçik" "Qazî" "Domam" "Heso û Xanim" "Jina Çê" û "Hecî Nûrî" valahiyeke berbiçav dagirtiye. Di tevahiya berhemê de 185 dilok hene ku her yek ji ya pêşiya xwe xweşiktir e. Çil pêkenîn û şîretên berhemê çêjeke taybet didine wêjeya kurdî; hem rûyê mirovî geş dikin hem jî hişê guhdarî kaşî nava deryayeke ramanê ibretgirtinê dikin. Nivîskarî tenê numûne berhev nekirine; herwiha derbarê nirxandina numûneyên folklorî de jî du gotarên lêkolînî amade kirine. Di beşa "Hêjaya karîbarên gel di çi da nin?" de berhevkarî hewl daye ku tekstên tomarkirî û bihîstinên xwe bi rêbazeke wêjeyî binirxîne. Mirov dikare gotarên "Nîgara Jina Kurd Nava Beyt-Serpêhtiyan da" û "Nîşana Mêrxasiyê" wekî du xebatên zanistî binirxîne ku lêkolînerî ji gelek çavkaniyan sûd wergirtiye. Di dawiya berhemê de beşa nivîsarnasiyê heye ku bîbliyografyaya salixdarên nivîskarî tê de hatine destnîşankirin.
ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:183
  • Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
  • Ebat:13,5 x 21
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
  • ISBN-13:9786057031501
ÜRÜN KATEGORİLERİ
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
"AHMEDE HEPO" - DİĞER ÜRÜNLER
Alış-verişlerinizde kredi kartı haricinde banka havalesi, posta çeki havalesi ya da kapıda ödeme seçenekleriyle ödeme yapabilirsiniz.
Ayrıntılı bilgi için Yardım sayfasına bakabilirsiniz.
Taksit anlaşmamız bulunan kredi kartları
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Bize Ulaşın  |        
Alemdar Mahallesi, Biçkiyurdu Sokak, No: 1/2 / Fatih / İstanbul / Türkiye   Telefon : 0 (212) 522 31 52   Faks : 0 (212) 522 31 54  
E-Posta : destek@kitapstore.com
© 2024 KitapStore.com Tüm Hakları Saklıdır