Kurmancıya Devera Sîpan Fonetîk Û Fonolojî
3 İŞ GÜNÜ
İÇİNDE KARGOYA TESLİM
Fonetîk (Dengsazî) û Fonolojî (Dengnasî) du beşên girîng yên Zimannasiyê ne ku ji bo fêmkirina dengên axaftinê û dengên serekî yên zimanekî biwarên serekî ne. Pêbendî vê; di şaxa diyalektolojiyê ya zimannasiyê de wekî xebatên pêşîn devok ji bo naskirin û fêmkirina çawaniya zimanekî nimûneyên hêja pêşkêş dikin. Xebatên ser devokan; deng û peyvên ciyawaz hevok û qalibên cuda yên zimên derdixin ku bi xêra van xebatan gelek xusûsiyetên zimanî keşif dibin û hinekên wan ji mirinê tên xilaskirin. Dîsa xebatên ser devokan; ji bo berhevkirina hêmanên folklorê û fêmkirina rewş û rûdanên zimanî gelek girîng in û dema ev xebat tên komkirin derheqê wî zimanî de agahiyên nû derdixin û di derbarê zimên de îmkana terîfên giştî didin.
ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
- Basım Yılı:2024
- Sayfa Sayısı:150
- Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
- Ebat:16 x 23,5
- Dil:Kürtçe
- Cilt Durumu:Karton Kapak
- ISBN-13:9786256963122