Guzereş
Berê nivîs hebû!..
Ev demek bû hizrên wî gêre pê re dikir.  Aya hevîrtirşê nivîştara mirovan bi axa mirovan vestirîye. An mirov tenê xwendinek e û nivîsa jiyana xwe bi xwe lêdike? Pirsan ew xistibû gêjevankê.
Wisa bû heçku aqil û sewdaya xwe li derekê winda kiribe -belkî jî jibîr kiribe- û heta ku wê nebîne ti hedra wî nebe çu tebat û sebat nediketê. Heta wê rojê birûskek jê re jenî.  Ew roja kelegerm.
Ev demeke dirêj e Hoşeng ji xwe re gazinan dike; Bo çi jiyan jê re temendî şikefteke xirt û xalî sar têt? Bo çi dengên ruh û dilê wî wekî reşreşokên şevê di şikefta serê wî de deng vedidin û mejiyê wî wekî hestiyekê dikojin bo çi? Hoşeng dike nake vê heyama jiyana xwe çi tahm û xweşiyê çi tîn û geşahiyê ji rojgara xwe wernagire. "Bo çi?" dibû giloka pirsan û li teşiya hişê wî dialiya; her çendî dirêsa ta û ben jêk netînane derê. Bo dilê xwe digot; tu jî heq î dilo tu jî tu jî gûzên xwe li ser dilê min ê reben dişkênî... 
Tunebê di kûrahiyan de li kevî û perrên dilê wî çizirînên kewgirtî birûsk vedida û wekî pîvok û berfîna destê biharê; çawa bi tîna rojê dihese û dizane ku êdî wext e bibişkive wî jî di van çaledizên nepenî yên kûrahiya dilê xwe de wisa hest bi pêşhatina lêqewmîneke nepayî û çaverênekirî dikir. Welê bû heçku ha ha ye dê delîvek lê vebe û dê ji nişkê ve ji ta û werîsê vê kamkojiya rojgara bêhnfetisok biqete û dilê wî wekî kanîbihariyekê bi heyteholeke boş bizê û bi ser ruhê wî de avsarkên tezî biherikîne. Wî hest pê dikir dengên nivîştara wî li ber hilatinê ne. Welê ye dê ronahîya xwe şulhe şulhe bi ser de bibiriqîne. Dê zîro û zîwanên berçimka dilê wî bi carekê de bimale û ruhê wî geş bike.
ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:261
  • Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
  • Ebat:13,5 x 21
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
ÜRÜN KATEGORİLERİ
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
SATIŞ FİYATI : 105,00 TL
ÜRÜN SATIŞ DIŞI
Alış-verişlerinizde kredi kartı haricinde banka havalesi, posta çeki havalesi ya da kapıda ödeme seçenekleriyle ödeme yapabilirsiniz.
Ayrıntılı bilgi için Yardım sayfasına bakabilirsiniz.
Taksit anlaşmamız bulunan kredi kartları
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Bize Ulaşın  |        
Alemdar Mahallesi, Biçkiyurdu Sokak, No: 1/2 / Fatih / İstanbul / Türkiye   Telefon : 0 (212) 522 31 52   Faks : 0 (212) 522 31 54  
E-Posta : destek@kitapstore.com
© 2024 KitapStore.com Tüm Hakları Saklıdır