Ne ji erdê ne jî ji ezman hawareke xêrê hebû. Di wê
hewa sar de berf, wek ardê ku eleg bibe, dihat xwarê, bayê
berfa erdê û ya dibarî li hev digerand û te digot gey hemû
hêrs û xinca xwe ji Rustîyê reben digirt. Bager û bahozê,
berf û baran di ser serê Rusti de wek ardelina as dirijand.
Li havirdor û xwezayê de xênji dengê bayê hemû deng
hatibn birrên û tenêbûna sevê, birçibûn û tirsa mirinê li
nav hev ketibû. Rusti, di vê rewsê de û di bêbawerîya xilas-
bûnê de mirina xwe difikiri. Li ser patika xwe sermahiya
mirinê his dikir û êdi dizanibû ku xilasbûna wi ji wê behra
berfê û tipiyê tune ye. Rêwitiya wi ya îro, bager, bahoz û
berfa iro bûbû «Ruhsin» ê wi.
Her wiha bêçare û bêhêvi dimine. Dilê xwe de dibêje:
- Xwedê ya Rebbi, di nava vê berf û búzê de tuyê mirina sar biki para min?