Ev kitêb tarîxa devereke Bakurê Kurdistanê (Tetwan-Bedlîs) ya demekî kurt e. Lê bi bawerîya min ev dever bi bûyerên xwe wek nimûneya hemû deverên wê heyamê ye. Em di vê xebatê de rastî bi dehan mirovên kurd yên dilsoz fedekar û neteweperwer tên; rastî lehengê wek Şewket Epozdemir tên. Di nav wê babelîska dijwar de niviskar bi xwe re me li çiya gelî-newal gund û bajarên deverê digerîne Loma jî ev kitêb ne tenê tarix e lê herwisa jî coxrafyaya deverê bi me dide nasîn. Zimanê nivîskar sivik e û gelek gotinên devoka herêmê jî bi kar anîye ku ev yek him di xwe îfadekirinê de rehetîyek dide wî û him jî çêj û tameka xweş û cûda dide xwendevan û kesên ku bi ziman bilî dibin. Ew bûyeran tenê li gor kronolojîyekê bi rêz nake; tenê bi mêjîyê xwe li bûyeran nanêre bi dilê xwe jî li wan dinêre. Bi gotineka din ew girêdana di navbera mêjî û dil a însanî de tu car ji bîr nake. Diçe zaroktîya xwe vedgere mala xwe Huseynê xwe dorhila xwe bi şairane hîsên xwe dighîjîne şehîdên Kurdistanê. Li vir ev xebat bi awa û stila xwe xwe nêzîkî romanekê dike.
Dr. Celadet Çeliker
Ez ji bona vê pirtûka destê hewe de kek Dr. Mehmet Özalp pîroz dikim. Nivîskar di vê xebatê de bîranînên xwe yên salên serokatîya Şaredarîya Tetwanê bi zimanekî zelal û kurmancîyek delal anîye zimên. Pirtûk wêneyek objektif ji wan rojên tarî datîne li ber me. Hîvîdarim nifşên piştî me wê azad bijîn ne di nav Lepên Tarî de.
Cemal Onursal