Qralekî mezin dûrî qesra xwe di parlamentoyê de; ji bo pirsgirêkên xwe yên navxweyî nîqaş bikin di civînekê de bû. Di wê deme de wezîrê karên derve dikeve hundir û lêborîna xwe ji qral dixwaze û dibêje; ezbenî min ji bo cenabê we nûçeyeke lezgîn anî.
Qral; ka beje wezîr ev nûçeya te ya lezgîn ku te ji bo min anîye çi ye?
Wezîr: Ezbenî li welatekê dûrî me şewatekê dest pê kiriye her aliyê wî welatî di nava agir de maye.
Qral bi devekî biken qey ew agir hê netefîyaye?
Wezîr: Qralê min ma haya te ji wê şewatê hebû? Ezbenî ger ku haya te ji agirê ku wî welatî dişewitîne hebû nexwe çima cenabê te ji min re jî negot? Heke haya min jê hebûya em ê biçûna hewara wan û ji bo tefandina agir me yê alîkarîya wan bikira.
Qral: Wezîr! Dev jê berde! Agir bi ku ketibe dê ew der bişewite. Ka were em pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bikin.