Pirtûka Dengî Jûlî ji zimanê tirkî bo zaravayê soranî hatiye wergerkirin. Nivîskar di vê berhemê de serpêhatîya xwe nivîsandîye. Erdnîgarîya Kurdistanê ne erdnîgarîyeke ku her tişt ji rêzê be û di xwezaya xwe de be. Ev roman û jiyana nivîskar jî ne ji rêzê ne. Jiyaneke ji mamostetetîyê destpê dike û bi şervanîyê didome. Şagirtên ku wekî ruhê xwe jê hesdikirin, piştre dibin cerdevan û di jiyana şervanîyê de rastî wî tên.
Hûnê div ê berhemê de gelek bûyer û serpêhatîyên ku tenê li ser axa Kurdistanê pêk tên bibînin. Hûnê heskirin, evîn, evana azadîyê, xîyanet, cehalet û hêviya jîyan û azadîyê bibînin. Ev berhem parçeyeke ji jiyana civaka kurdan ku mînaka wê li tu dera dinyayê tune ye.