Dildar di hundirê xwe de behrek veşêr dida; ne binê vê behrê hebû, ne jî dawiya wê. Evîn car caran veşartin bû û Dildar jî dema li baranê seyr dikir, hezkirina xwe ji baranê jî vedişart. Wî digot:
"Ez qurbana we bim ey dilopên baranê! Dema ku hûn gihîştin ser porên Leylayê, ji bo xatirê min dilê wê neşkînin..."