Bavê min henekvan bû. Em sebî li dora wî digihiş-tin hev û me digot;
Bavo ka ji me ra meseloka bivêje!
Wî jî digot;
Min gîsinê hesin kiriye avê. Bira nerm bive ez ê ji we ra hebekî bibêjim!
Gavekî dima me digot;
Ka bibêje!
Wî digot;
Gîsin hê nerm nebiye...
Bavê min ji sebiyan pirr hes dikir. Gava ku çavê wî bi me diket, digot;
Ez ê mala xwe ji kulekê berjortir bi qurbana we bikim.
Keyfa me jî dihat. Me nizanibû ku ji kulekê berjor-tir xanî tune ye.