Bêndera Bin Palasê
Bêndera Bin Palasê
    • Basım Yılı
    • Sayfa Sayısı
      94
    • Kağıt Türü
      2. Hm. Kağıt
    • Ebat
      13,5 x 21
    • Dil
      Kürtçe
    • Cilt Durumu
      Karton Kapak
    • ISBN-13
      9786258305005

    Dil bixwaze bibe mêvan,
    Xweşbîniya te wê bes be!
    Bê kêmasî mazûvanî,
    Pêşwaziya te wê bes be!

    Ger ku vebe qefesa dil,
    Zerengiya te wê bes be!
    Dawerivin dilop ji dil,
    Derûniya te wê bes be!

    Û ku kul be dil ji hundur,
    Kesandina te wê bes be!
    Cebar bixwaze dilê kul,
    Textoriya te wê bes be!

    Kelijandin bixwaze dil,
    Hêzdariya te wê bes be!
    Nepejirîne dirûn dil,
    Rêzdariya te wê bes be!

    Xaçepirs be hundurê dil,
    Jêhatiya te wê bes be!
    Bê nav be naxweşiya dil,
    Pêşbîniya te wê bes be!

    Darazê ger bixwaze dil,
    Dozgeriya te wê bes be!
    Ji serdanpê sûcdar be dil,
    Dadweriya te wê bes be!

    Dil bixwaze tiştên zede,
    Sekn û sebra te wê bes be!
    Ger xwazgîn be bo dilê te,
    Comerdiya te wê bes be!

    Ürün Kategorileri
    "ARYEN MENDİ" - DİĞER ÜRÜNLER
    YORUM YAPIN
    Yorum Başlığı:
    Yorumunuz*:
     
    Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
    Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
    Hata Detayı
    FIRSATLAR
    © 2026 KitapStore.com - Tüm Hakları Saklıdır