Efare
  • 3 İŞ GÜNÜ
    İÇİNDE KARGODA
  • Basım Yılı
  • Sayfa Sayısı
    112
  • Kağıt Türü
    Kitap Kağıdı
  • Ebat
    13 x 19,5
  • Dil
    Kürtçe
  • Cilt Durumu
    Karton Kapak
  • ISBN-13
    9786259416595
Efare bi şêwaze şîpehiş hatiye nivîsîn û bûyer bi çavê zarokekî tên vegotin. Nivîskar bi çûnûhatinên di navbera paşeroj, sibêroj û îroj de tirs û metirsî, xewn û xeyal, hêvîdarî û hêvîsariyên zarokekî bi zimanekî zarokane vedibêje.
Nivîskar dike ku em careke din û bi çavekî din li bûyer û rûdanên li dora me diqewimin binêrin ku gelek caran em wan bûyer û rûdanan wek "kîtekîtên bêqîmet" dibînin. Di lênêhirtina wan "kîtekîtên bêqîmet" de em bi ser dinyaya hundirîn a zarokekî ve dibin, wê dinyaya têrefsûnî ku qet ne dûrî me ye ji nû ve keşif dikin. Bi xêra şêwaza şîpehiş ku nivîskar bi hostetî bi kar aniye xwîner bêhtir nêzî hişê qarekterê romanê dibe û bi vî hawî jî berhem bêhtir balkêş û tamxweş dibe.
Efare ne tenê lênêhitina zarokekî ya li dinyayê ye, nivîskar di heman demê de dest daniye ser hest, hêvî, xewn û xeyalên gerdûnî yên hemû mirovahiyê û tecrûbeyeke kûrtir derdixe pêşiya xwîner. Pirtûka ku xwîner hem ji hêla fikrî û hem jî ji hêla hestî ve dihejîne, bi zimanê xwe yê resen û sivik tevliheviya hundirîn a mirovan bi lênêhirtineke zarokane û masumane dide der.
Ürün Kategorileri
"ŞEMS QEMER" - DİĞER ÜRÜNLER
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
 
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı
FIRSATLAR
© 2026 KitapStore.com - Tüm Hakları Saklıdır