Helbestên Gerok
    • Basım Yılı
    • Sayfa Sayısı
      176
    • Kağıt Türü
      2. Hm. Kağıt
    • Ebat
      13,5 x 21
    • Dil
      Kürtçe
    • Cilt Durumu
      Karton Kapak
    • ISBN-13
      9786059302395

    Îro çûme Birca Belek
    Neyar li dor bûye xelek
    Dilê min êşeha gelek
    Êdî nayê min dengê mîr

    Îro çûme medresa sor
    Xwîn herikî bû hawirdor
    Xelkê dikir gazî porpor
    Êdî nayê min dengê mîr 

    Dua dixwestin ji rebê jor 
    Tev bibûn wek kundê kor
    Ser û guh wê bûne mor
    Êdî nayê min dengê mîr

    Îro çûme dev Mem û Zîn
    Çend kesa li wir dikir şîn
    Ji qehra ez li wir bûm dîn
    Êdî nayê min dengê mîr

    Dîcle diherikî bê kelek
    Jê dûr ketine melek
    Weyla tu xayîn felek 
    Êdî nayê min dengê mîr

    Ürün Kategorileri
    YORUM YAPIN
    Yorum Başlığı:
    Yorumunuz*:
     
    Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
    Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
    Hata Detayı
    FIRSATLAR
    © 2026 KitapStore.com - Tüm Hakları Saklıdır